DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Lîstikvanên jin ên gogê ji bo şampiyonê têdikoşin

4 Çile
12:24 2013

AMED (DÎHA) - Lîstikvanên jin ên gogê ku Tîmê Gogê ya Jinan a Qilûba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de cih digirin, diyar kirin ku lîstika gogê ne tenê karê zilaman e û ew ji bo Şampiyona Koma 7'emîn a Lîga 2'emîn têdikoşin.

Jinên lîstikvan ê gogê yên Amedê ji bo şanpiyonê têkoşînê didin. Lîstikvanên jin ên gogê ku Tîmê Gogê ya Jinan a Qilûba Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de cih digirin, ji bo Şampiyona Koma 7'emîn a Lîga 2'emîn ketin nava hewldanan. Tîma Gogê ya Jinan ku ji 50 jinên lîstikvanen gogê pêk tê, amadedariya şampiyona Koma 7'an a Lîga 2'emîn dikin. Jinên ku nû tîma xwe ava kirin rastî zahetiyên mezin hatin niha bi 50 kesan xebatên we berdewam dikin.
Tîma Gogê ya Jinan ku cilê wan sor û zer e bi coş û heyecanek mezin xebatên xwe dimeşînin. Dîrektorê Teknikê yê Tîma Jinan Fîlîz Atay, diyar kir ku wan nû tîm ava kir, rastî gelek zor û zahmetiyan hat û wiha got: "Me tîma jinan bi 7 jinan ava kir. Lê li gel hemû astengiyên malbat û derdorê niha hêjmar gihiştiye 50 kesan. Me malbat bi zorê îkna kirin."

'Evîna min a gogê ez anîm vir'

Lîstikvana jin a gogê Zelal Baturay diyar kir ku beriya tev li tîmê gogê bibe li kolanan bi gogê dilîst û pir ji lîstina gogê hez dikir. Baturay, anî ziman ku dema tev li tîmê gogê yê jinan bû rastî bertekên malbat û cîranan hatin, lê niha elimîne. Baturay, da zanîn ku lîstika jinan a gogê ji bo her kesî balkêş dihat û eyb dihat dîtin û wiha got: "Digotin jin dê çawa bi gogê bilîze? Me di peşbirga "Prensa Gogê" de hezar û 500 listikvanên gogê yên zilam li pişt xwe hiştin. Me di lîstiya 20'an de cih girt. Min di vê demsalê de bi avêtina 29 golan hemû lîstikvanên jin li pey xwe hiştin û herî zêde min got avêt.

'Malbat berê li hember derdiket, lê niha ne wisa ye'

Lîstikvana bi navê Safiye Uçar jî ani ziman ku ji biçûkantiya xwe bala wê çû ser lîstika gogê û wiha got: "Bi xêra direktorê teknîkê me tim ava kir û niha em li sehê bi gogê dilîzin. Berê me li kolanan dilîst, niha em li sehê dilîzin. Berê malbat ji li hember derdiket, lê niha her kes elimiye lîstina me ya gogê.

Lîstikvana bi navê Songul Daşçi jî anî ziman ku 3 salin i nava tîmê gogê de cih digire û xwest her kes piştgiryê bide wan.


(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN