Pêşbirga Fûtbolê ya Ciwanên Azad bi dawî bû
COLEMÊRG (DÎHA) - Pêşbirga Futbolê ya Cwianên Azad ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ve hate destpêkirin bi maça fînalê dawî bû.
Pêşbirga Futbolê ya Cwianên Azad ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ya di bin baneyê Şaredariya Colemêrgê de xebatan dimeşîne ve hate amadekirin bi maşa fînalê bi dawî bû. Di pêşbirga ku 25 tîm hatin pêşberî hev, 15 rojan berdewam kir. Lîstikên ku li sehê xalîçe yên Hedef û Arena hatin lîstin şevê din bi dawî bû. Şevê din di maça fînalê de Hedef Hali Saha Spor û Baskin Spor, hatin hemberî hev. Lîstika ku li Hedef Hali Seha pêk hat de Hedef Hali Seha bi 9-5'an derket fînalê. Di lîstika maça fînalê de Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Serokê Rêxistina BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt, Endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din maç temaşe kirin. Şaredar Bedîrhanoglu li vir axattin kir û serkeftin ji lîstikvanan re xwest. Piştî axaftinê Şaredarê Colemergê Bedîrhanoglu xelat da Hedef Hali Saha Sporê. Baskin Sporê jî xelata xwe ji destê Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt wergirt.
(mae)