DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Tûrnûvaya 'Ji Şaredarên Girtî re Azadî' dest pê kir

 
9 Tebax
13:27 2012

WAN (DÎHA) - Di çarçoveya Tûrnûvaya "Ji Şaredarên Girtî re Azadî" ku ji aliyê Şaredariya Sixkê ve tê lidarxistin, maçên ewil hate lîstin. Di tûrnûvaya fûtbolê ya ku 42 tîm beşdar bûn de maça ewil di navbera tîmên Engîn Atilgan Spor û Arger Sporê de pêk hat.

Tûrnûvaya bi navê "Ji Şaredarên Girtî ra Azadî" ku ji bo Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz û rêvebirên BDP'î serbest werin berdan ji aliyê Şaredariya Sixkê ve tê lidarxistin bi maça ewil dest pê kir. Di merasîmê de Serokê BDP'ê ya Sixkê Riza Sûcaî, keyayên taxan, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî amade bûn. Di cihê ku tûrnûva hate lidarxistin de wêneyên şaredarên girtî hate daliqandin. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş axaftina vekirinê kir. Erguneş anî ziman ku armanca wan ew e ku di navbera ciwanan de biratî û piştgiriyê pêş bixin û wiha got:" Wekî ku tê zanîn 2 meh berê li Wanê şaredarên me hatibûn girtin. Ez serkeftinê ji hemû ciwanên ku beşdarî tûrnûvaya me ji bo azadiya Şaredar Bekîr Kaya û hemû şaredarên me li dar dixin dibin, dixwazim."

Di tûrnûvayê de bi tevahî 42 tîmên fûtbolê cihên xwe digirin. Maçên ewil di navbera tîmên Engîn Atilgan Spor û Arger Spor de pêk hat. Dê di çarçoveya tûrnûvayê de ji 3 tîmên ku têkevin dereceyê xelat bê dayîn û tûrnûva bi maça fînalê ya ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê were lîstin, bi dawî bibe.

(ab/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN