Şahiya sporê a Aydin Erdem hate lidarxistin
STENBOL (DÎHA) - 3'yemîn Şahiya Sporê ya ji bo bîranîna Aydin Erdemê ji aliyê polîsan ve hate kuştin hate lidarxistin.
3'yemîn Şahiya Sporê ya ji bo bîranîna xwendevanê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdemê ku li Amedê 6 kanûnê 2009 de bi gulebarana polîsan jiyana xwe ji dest da, ji aliye Rêxistina BDP'ê ya navçeya Maltepe tê organîzekirin hate lidarxistin. Di çerçoveya şahiya 28 gulane de dest pê kir, takimên futbolên yên ku ev 2 mehê peşbirgede yên baş xelatên xwe li Tesîsên Gulensu ya Maltepe girtin.Toren bi stranên hunermend Eray Topçu û govendê dest pê kir. Piştî ku rêzgirtina ji bo kesên tekoşîna demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane hate girtin Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeya Maltepe Ozturk Bozyel axaftinek kir. Bozyel, diyar kir Aydin Erdem ciwanekî bi navê xwe lihev tê ye. Piştî Bozyel Endamê Meclîsa BDP'ê ya Navendî Huseyîn Gungor axaftinek kir.
'Bila carekî jî meclîs biryara aşitiyê bigire'
Parlementera BDP'ê ya Stenbol Sebahat Tuncel jî, axaftinek kir û got divê muzakerê des pê bike. Tuncel, diyar kir ku ji bo muzakereyê jî Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan, û parlementerên BDP'ê muxatabe. Tuncel, bilêv kir ku divê meclîs ji bo pevçûna Şemzînanê bicivê û wiha pedê çû: "Bila carekî jî meclîs biryara aşitiyê bigire "
Piştî axaftinan şahî bi konsera Koma Mûnzûr û Îbrahîm Rojhilat dawî bû. Takimê Amara, Agos û Gulensu yên ku di turnuvayê de bûn yekemîn xelatên xwe girtin. Endam û nûnerên Partîzan, ESP, TKP-1920, HDK'ê û hinek saziyan tevlî şahiye bûn.
(dt/mae)