DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Belediyespor a Bismilê kongreya xwe pêk anî

 
8 Tîrmeh
13:51 2012

AMED (DÎHA) - Qilûba Belediyespora Bismilê kongreya xwe pêk anî û Mustafa Kurt wekî serokê qlûbê hilbijart. Belediyespora ku di lîga BAL'ê de ew ê têkoşîn bide rengên xwe wekî kesk û sor û zer guhertin.

Qilûba Belediyespor a Bismilê li taxa Kurtulaşa Bismilê konreya xwe pêk anî. Serokê Yekitiya Qilûbên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya, Serokê TUFAD a Amedê Samet Karataş, Serokê BDP'a Bismilê Nîzamettîn Azad, Cîgirê Şaredara Bismilê Mehmet Onat û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de gelek kes tevlî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi yek lîsteyî hilbijartin pêk hatî de Mustafa Kurt wekî serokê qilûbê hat hilbijartin. Belediyespora ku di lîga BAL'ê de têkoşîn bide rengên xwe wekî kesk û sor û zer guhertin û hejmara rêveberiya xwe jî ji 7'an derxist 9'an. Ahmet Ornek, Remzî Sarsarkan, Veysî Kaya, Rifat Akan, Muhammed Duman, Orhan Dogru, Orhan Yuksel û Musa Karagoz wekî endamên lijneya rêveberiya Belediyespora Bismilê hatin hilbijartin.

Di kongreyê de biyara xebatên voleybol, basketbol û gulaşê jî hat girtin. Serokê Qilûbê Mustafa Kurt di kongreyê de axivî û diyar kir ku ji bo li herêmê futbol pêş bikeve ew ê ket xerc bikin.

(ak)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN