DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Meclîsa Ciwanan a Wanê Lîjneya 3’yemîn pêk anî

 
7 Tîrmeh
16:18 2012

WAN (DÎHA) – Meclîsa Ciwanan a girêdayî Konseya Bajêr a Wanê 3’yemîn Lîjneya Giştî ya Asayî pêk anî. Di Lîjneyê de nameya Şaredarê girtî yê Wanê Bekîr Kaya hate xwendin. Beşdaran jî bi deqîqeyan li çepikan xistin û Şaredar Slav kirin.

Meclîsa Ciwanan a girêdayî Konseya Bajêr a Wanê 3'yemîn Lîjneya Giştî ya Asayî pêk anî. Lijne li salona resepsiyonê ya Otêla Axtamarê pêk hat. Di lîjneyê de rêveber û endamê Meclîsa Ciwana, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr Murat Tîmur û gelek rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Bernameya Lîjneyê bi bi xebatê salekê ya meclisê û pêşandana sînevzîyonê dest pêkir. Axaftina ewil Sekreterê Meclîsa Ciwana Cevahîr Boke kir. Boke, diyar kir ku ew li her deverê ji bo ciwanê rêxstinkirî û delal xebata di meşînin. Boke, anî ziman ku ji niha pê ve dê li her deverê rixistina ciwana xurtir bikin û ciwana ji karên ne di rê de dur bixin.

‘Ciwan pêşketina civakê ne’

Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr Murat Tîmur jî axaftinek kurt kir. Tîmur, da zanîn ji bo ciwana dê her tim alîkarî bikin. Tîmur, destnîşan kir ku saziyên ciwana gelek girîngin û xwedî derketina li saziyên ciwana dê her tim ji bo civakê pêşketin be. Tîmur, anî ziman ku pêwîste ji bo pêşketina ciwan di warê hûner, çand û civakî de alîkarî bê dayîn. Tîmur, ji bo xebatê ciwan û rêveberiya wan serkeftin xwest.

‘Emê her tim li ba we cih bigirin’

Piştî Tîmur Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî jî diyar kir ku di pêvajoya pêketina bajaran û civakan de dîtina eqlê hevpar her tim girîng e. Abî, anî ziman ku ji bo Konseyên Bajaran di her deverê bibe xwediyê gotina û bi çalek bibe di vî warî de rola û mîsyona mevlîsa ciwana grîng e. Abî, bi bîr xist ku ji bo ciwan di bajêr de bibin xwedî gotin ev 3 sale xebatê wan di warî de di domin û wiha got: “Brêz Şaredarê me Bekîr Kaya, gelek tevlî civînê Konseya Bajêr dibû û di vê qadê de girîngiyê nîşan dida. Ji niha pê ve em jî we re tevger bikin û bi tevlîbûna we emê bi ferasetekî esasî xebata bi meşînin.”

Nameya Şaredar Kaya bi deqîqeyan çepikan hate slav kirin

Di Lîjneyê de nameya Şaredarê girtî yê Wanê Bekîr Kaya, ji aliyê Midurê Têkiliya Gel û Çapemeniyê yê Şaredariyê Adnan Bîlen ve hate xwendin. Ji nameyê çend hevok wiha ye: “Ez Kongreya we pîroz dikim. Ji berk u ez ne di nav we de me bi xemgînim. Di nav xebatê me ku 3 sala hatin kirin ji bo hemû kesî spasiyê xwe dişînim. Ez ji bo xebatê Meclîsa Ciwanan ku dînamîkiyê dide nîşandan spas dikim. Ger ku bajarek ji nûve bê avakirin, kesê desteka bide jî ciwanin. Di vî bajarî de guhertinên mezin ger ku pêk werin ew jî xebatê ciwananin. Ji bo ku hûnê vê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibin tu gumanê min tûne ne. Ez ji kongreya we re serkeftinê dixwazim. Ji bo hemû beşdaran slavê xwe bi rê dikim.”

Piştî xwendina nameyê beşdarên Lîjneyê bi deqîqeyan li çepikan dan û nameyê slav kirin. Lîjne bi axaftinê li ser ciwan û polîtakaya wan berdewam kir.

(bg/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN