DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

09:22 27/9/2016
 
Malbatên Scurfield û Rozerin Çukur di kongreya PYD'ê de gihiştin hev
Malbata Rozerin Çukur a 16 salî ku li Sûrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û malbata şervanê YPG'ê yê îngîlîz Konstandinos Erik Scurfield'in (Kemal) ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat qetikirin, di kongreya PYD'ê ya Baytextê Belçika Brukselê de gihiştin hev.
09:20 27/9/2016
 
Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya: Bi şer tiştên baştir nayên kirin
Hikûmeta Kolombiya û gerîllayên FARC'ê piştî şerê 52 salan peymana aştiyê îmze kirin. Berdevkê Mafên Mirovan ê Kolombiya Vincet Vallies, ku piştî vê peymanê hat Tirkiye cerebeyên xwe parve kirin. Vallîes diyar kir ku şer tenê mexdûr dike û talan dike û wiha got: "Şer tiştên baş ava nake. Em bi şer nikarin li cîhanê tişta baş ava bikin."
09:19 27/9/2016
 
Nivîskarê Îslamî: Ne qeyûm e, qiyim e
Nivîskarê Îslamî Muhammed Salar, bertek nîşanî desdeserkirina şaredariyan da û diyar kir ku ev pêkanîna îktîdara AKP'ê ne Qayûm e, qiyyim e.
09:18 27/9/2016
 
Di mulakatên stendina mamosteyan de pirsên skandal
Di mulakata stendina mamosteyan de li Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Rezan pirsên balkêş hatin pirsîn. Di mulakatê de pirsên "Kê tahîr Elçî kuşt? "Li gundê we mizgeft heye?, "Hûn der barê zarokên kevir davêjin de çi difikirin?" "Hûn difikirin bibin endamên kijan sendîkayê? " pirsîn.
09:18 27/9/2016
 
Ji Şaredariya Westanê ya AKP'î nelirêtiya 14 tirilyonî DOSYA 4
Şaredarê AKP’î yê Westane Nazmî Sezer li ser navê “Ez diçim Enqereyê" bi deh hezaran tl pereyên şaredariyê ji bo şexsê xwe xerç kir.
09:17 27/9/2016
 
Qonaxa Zinciriye kirin navenda rûxandina Sûrê!
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Qonaxa Zinciriye ji bo buroya ruxandin û "ji nûve avakirina" Sûrê ji bo 5 salan bi kirê girt.
09:16 27/9/2016
 
Arat Karagozyan: Tovê dewletê li Sûrê şîn nabe
Serokê Komeleya Ermeniyan Arat Karagozyan, li dijî xerakirina Sûrê bertekê xwe anî ziman û diyar kir ku nîşaneyên li ser kevirên Sûrê aşkere dike ku ev war ê kê ye û kî li vir jiyaye. Karagozyan, destnîşan kir ku dê li Sûrê qet tovê dewletê şîn nebe.
09:16 27/9/2016
 
Qeyumê li Sûrê ji bilî xizmeta zewacê hemû xizmet rawestand
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku îkdîdara AKP'ê bi hinceta "xizmeta gel nake" qeyûm tayînî Şaredariya DBP'ê kir, li şûna xizmeta binesazî û civakî bide gel, hemû serwîsên xismetê rawestan û tenê xizmeta zewacê tê dayîn.
09:14 27/9/2016
 
Mala Tenduristiyê bûye mala komirê
Li gundê Bardakçi yê Tuşbayê Mala Tenduristiyê ku ji bo xizmeta 4 hezar kesan hatiye avakirin bi torbeyê komirê hatiye dagirtin. Ji ber xwelî û bermahiyên tedawiyan ên tibbî mirov nekare tev bigere.
09:13 27/9/2016
 
Bêrîvan ji zozanên qedexe vegeriyan
Bêrîvanên li zozanên Payîzavayê ji ber ku hewa sar bû vegeriyan tenê 2 mehan ji ber qedexeyan li zozanan man diyar kirin ku îsal ku dixwazin sûd negirtine.
09:12 27/9/2016
 
Nûçegihana me Soydan cara duyemîn dê derkeve dadgehê
Nûçegihana me Şermîn Soydan a ji ber nûçeya xwe ya "Waye belgeya veşarî ya operabyona Geverê" hate girtin û bi cezaya muebetê tê darizandin dê di 30'ê îlonê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadgehê.
09:10 27/9/2016
 
Berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt
Li navçeya Bismilê berxwedana xwerêveberiyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê di dema berxwedanê de 4 caran "qedexe" hat îlankirin, 8 kes hatin qetilkirin.
09:09 27/9/2016
 
Ji bo şirnexiyan bangawaziya alîkariyê
Rêveberê Komeleya Rojava ya Cizîrê M. Emîn Heyecan diyar kir ku ew ji bo şirnexiyan bi hemû derfetên xwe ve xebatên xwe didomînin, ji ber ku gel muhtacî dewletê nebe çi ji destnê wan tê dikin. Heyecan got ku zivîstan tê xwest hemû kes alîkariya şirnexiyan bike.
09:08 27/9/2016
 
Kevneşopiya berxwedanê ji zarokên xwe re hişt
Girtiyê nexweş Murat Ekîn ê jiyana xwe 21 salan li girtîgehan, bi sirgûn û berxwedanê derbas kir jiyana xwe ji dest da di jiyana xwe de têkoşîn esas girt. Gulan Ekîn ku bavê xwe li ber deriyên girtîgehan nas kir, got ku ji bavê wê berxwedan ji wê re maye.
09:07 27/9/2016
 
'Peywira me ya sereke berxwedan e'
Gelê Cizîrê bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên der barê dirêjkirina dema OHAL de da û diyar kirin ku ew vê yekê naxwazin û tu pirsgirêk bi OHAL'ê nayên çareserkirin. Welatiyan diyar kirin ku li dijî êrîşan peywira sereke têkoşîn û berxwedan e.
09:03 27/9/2016
 
Mamoste akademiyên alternatîf vedikin
Mamosteyên ku ji ber ku îmze avêtin belavoka aştiyê rastî lêpirsînê hatin û bi KHK'an ve jî ji zanîngehê hatin durxistin sibehê li Îzmîtê akademiyên xwe yên sivîl vedikin. Hindekar Kuvvet Lordoglu got ku ew çirûskê pêdixin dibe ku ev veguhere agirekî.
23:32 26/9/2016
 
Ji bo Ozgur Gundemê serî li AYM'ê dan
Parêzerên Rojnameya Ozgur Gundemê piştî serî li 9'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê dan û îtîraza wan hat redkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.
07:42 27/9/2016
 
Li Şirnexê sewqiyata leşkerî
Li Şirnexê bi dehan wesayîtên leşkerî ber bi bajaroka Gundikê Melê ve hat sewqkirin.
21:32 26/9/2016
 
3 cerdevan li Wanê birîndar bûn
Li Wanê dolmîşa cerdewanan rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de 3 cerdewan birîndar bûn.
21:10 26/9/2016
 
Qedexeya taxên Nisêbînê mehek dirêj kirin
Qeymeqamiya Nisêbînê li 6 taxan qedexeya derketina kolanan mehen din dirêj kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN