DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

10:56 05/1/2015
 
Nexweşên ‘çolyakê’ çûn serdana Şaredariya Peyasê
Endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Jiyanê ya bi Çolyakê re ya Başûrêrojhilat ji ber piştgiriya ku Şaredariya Peyasê ku dide endamên wan ên nexweş çûn serdana şaredariyê û plaketa spasiyê dan Hevşaredar Mehmet Alî Aydin.
14:46 05/12/2014
 
Ji Şaredariya Pasûrê biryara navên kurdî
Meclîsa Şaredariya Pasûrê navên 57 tax û 374 kolanên navçeyê ligel navên tirk navên kurdî jî bên bikaranîn biryara girt.
19:49 20/11/2014
 
Welatiyên Şengalî belgefîlma (Baweriya Êzidîtiyê' temaşe kirin
Welatiyên Şengalê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku neçar man axa xwe terk bikin û hatin li Amed û Bîsmîlê bi cih bûn, ji bo travamaya ku dijîn ji bîr bikin, di kampa ku tê de bi cih bûye ji bo wan pêşandana belgefîlm hat kirin.
14:24 15/11/2014
 
Ji bo Welat û Gundemê standa abonetiyê hate vedan
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê standa ji bo xebatên abonetiyê vekirin û ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îmza kom kirin.
16:35 14/11/2014
 
Li Geverê civîna gel
Rêxistina DBP'ê ya navçeya Geverê di têkildarê amadekariyên kongreyê û geşedanên ku demên dawî li navçeyê de qewimî bi esnaf, bazirgan û rûsipiyan re hatin gel hev.
17:02 16/9/2014
 
Mala ku tê de şewat derket ji binî ve şewitî
Li taxa Firat a navçeya Bismila Amedê di malekê de ji ber qontaxa cêyranê şewat derket û mal ji binî ve şewitî.
13:29 15/9/2014
 
DBP'ê li Wanê dest bi amadekariya kongreyê kir
Rêxistina Partiya Heremên Demokratik (DBP) a Wanê dest bi amadekariya kongreya ku dê li 19'ê cotmehê li dar bixin kir.
15:50 14/9/2014
 
TIR'a ku xirabû rê li tirafîkê girt
Li navçeya Dihê ya Sêrtê di saetên nîvro de TIR'a ku ji Dihê diçû navenda bajar, li ser rêka Sêrt û Dihê xirabû û rê li tirafîkê girt.
13:29 14/9/2014
 
2 kamyonên di çêkirina rê de dixebitandin hatin şewitandin
Li Berwariya Sêrtê 2 komyonên ku di çêkirina rê de dihatin xebitandin ji hêla komek çekdar ve hatin rawestandin. Koma çekdar piştî ajokarên kamyonan bê bandor kirin û her du kamyon şewitandin.
19:15 29/6/2014
 
Ji bo Endamê HPG'ê Temel konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Endamê HPG'ê Nurî Temel (Serdar Gewer) li Geverê konê sersaxiyê hate vedan.
10:33 27/6/2014
 
Gora Endama PKK'ê Kiziltaş hate ziyaretkirin
Gora Endama PKK'ê Miskal Kiziltaş (Zozan) a ku di sala 1995'an de li çoltarê navçeya Qaqizmanê ya Qeserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Tozanê ya Îdîrê hatî definkirin hate ziyaretkirin.
13:01 26/6/2014
 
Bihayê fêkî û zebze esnaf û welatiyan dixe nav zehmetiyan!
Ji Meha Remezanê re ku 2 roj mane, bihayên fêkî û zebze welatî bêzar kirin, esnafên bazaran jî anîn asta îflasê.
17:34 23/6/2014
 
Ji bo endamê PKK'ê Şîmşek mewlûd hat dayin
Ji bo endamê PKK'ê Alî Şîmşek (Latîf Toraqa) ku di sala 2006'an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Toraqa ya Milazgirê mewlûd hat dayîn.
16:58 23/6/2014
 
Ji bo Şahîn ê HPG'î taziye hat vekirin
Ji bo endamê HPG'ê Abdullah Şahîn (Kendal Serhat), li gundê Pekran ya Dîgorê konê taziyeyê hat vekirin û mewlûd hat dayîn.
16:08 22/6/2014
 
Li Farqînê kesek hate girtin
Li navçeya Farqînê ya Amedê ciwanê bi navê Mîkaîl Gulmez (20) ê ku şevê din hate binçavkirin bi hinceta "alîkarî û hewandinê" hate girtin.
12:46 14/6/2014
 
Şaredariya Kopê tabelaya kurdî daliqand
Şaredariya Kopê, di çarçoveya projeya pirzimanî de li avahiya şaredariyê tabelaya kurdî û tirkî daliqand.
16:49 10/6/2014
 
Li ser sînor tevgera hewayî
Li ser sînorê Colemêrg, Herêma Federal a Kurdistanê û Îranê tevgera hewayî ya balafirên şer zêde bûn.
13:20 09/6/2014
 
Şaredarê Qubînê yê berê jiyana xwe ji dest da
Şaredarê navçeya Qubîna Êlihê yê berê Burhan Kurhan ê 43 salî di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.
12:20 09/6/2014
 
BDP'ê du malbat li hev anîn
BDP'ê, li navçeya Yuregîrê, du malbatên ku ev 2 sale di navbera wan de xwîndarî hebû bi xwarinek aştiyê li hev anî.
14:16 08/6/2014
 
Şaxa MEYA-DER'ê kongreya xwe li dar xist
Şaxa MEYA-DER'ê ya Êlihê 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN