DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Kose: Peywira dewletê parastine ne qedexekirine

 
14 Ekim
15:07 2016

ENQERE (DÎHA) - Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose bertek nîşanî qedeyexa walîtiya Enqereyê ya ji bo mîtînga wan da û diyar kir ku peywira dewletê parastine ne qedexekirine.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bertek nîşanî qedexeya ku ji aliyê Walîtiya Enqereyê ji bo mîtînga wan a ku dê sibe bê lidarxistin da.
Derbarê mijarê de li Lijneya Rêverbir a Navenda KESK'ê li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li darxist. Serokên giştî yên sendîkariyên girêdayî KESK'ê û endamên komîteya amadekar a mîtîngê tevlî civînê bûn.

Li vir Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, axivî û diyar kir ku AKP'ê bi pêvajoya OHAL'ê re dixwaze darbeya sivîl ku hemû darbeyan derbas dike bi gel û kedkaran bide qebûlkirin.

Kose, anî ziman ku ji bo mîtînga ku dê sibe bê lidarxistin li çar aliyên Tirkiyeyê xebat hatine meşandin û wiha got: "Baskên meşê ketine rê. Em qedexeya walî ya bi hinceta 'ewlehiyê' şermezar dikin. Di civîna me ya ku bi Midûrê Polîdan a Enqereyê kiribû de tu nêrînek nerênî ya li hemberî mîtîngê tu nebû. Me derbarê derbasbûn û cihê mîtîngê de jî nîqaş dan meşandin. Lê îro di saetên nîvro de bi telefonê li konfederasyonê geriyan û gotin bi hinceta ewlehiyê destûr ne hatiye dayîn û beriya demek kin jî teblîxa fermî hat."

Kose, anî ziman ku darbe ji bo mîtînga wan bê qedexekirin wekî firsendekî hatiye bikaranîn û wiha pêde çû: "Dewlet nikare bi hinceta ewlehiyê mafê me yê civîn û çalakiyan qedexe bike. Dibejerî wê peywira dewletê ewlehiya civîn û çalakiyên me girtine. Di demên dawî de AKP bi hinceta ewlehiyê hemû çalakiyên me qedexe dike. Çi dibe bila bibe em ê li hemberî ji karderxistina hevalên me bisekinin, ji bo OHAL bê rakirin û KHK paşde bê kişandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu qedexe nikare li pêşiya têkoşîna me ya mafdar bibe asteng."

KESK dê helwesta xwe piştî bi rêvebirên sendîkayan re civîn pêk bînin diyar bikin.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR