Kose: Peywira dewletê parastine ne qedexekirine 2016-10-14 15:07:26 ENQERE (DÎHA) - Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose bertek nîşanî qedeyexa walîtiya Enqereyê ya ji bo mîtînga wan da û diyar kir ku peywira dewletê parastine ne qedexekirine. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bertek nîşanî qedexeya ku ji aliyê Walîtiya Enqereyê ji bo mîtînga wan a ku dê sibe bê lidarxistin da. Derbarê mijarê de li Lijneya Rêverbir a Navenda KESK'ê li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li darxist. Serokên giştî yên sendîkariyên girêdayî KESK'ê û endamên komîteya amadekar a mîtîngê tevlî civînê bûn. Li vir Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, axivî û diyar kir ku AKP'ê bi pêvajoya OHAL'ê re dixwaze darbeya sivîl ku hemû darbeyan derbas dike bi gel û kedkaran bide qebûlkirin. Kose, anî ziman ku ji bo mîtînga ku dê sibe bê lidarxistin li çar aliyên Tirkiyeyê xebat hatine meşandin û wiha got: "Baskên meşê ketine rê. Em qedexeya walî ya bi hinceta 'ewlehiyê' şermezar dikin. Di civîna me ya ku bi Midûrê Polîdan a Enqereyê kiribû de tu nêrînek nerênî ya li hemberî mîtîngê tu nebû. Me derbarê derbasbûn û cihê mîtîngê de jî nîqaş dan meşandin. Lê îro di saetên nîvro de bi telefonê li konfederasyonê geriyan û gotin bi hinceta ewlehiyê destûr ne hatiye dayîn û beriya demek kin jî teblîxa fermî hat." Kose, anî ziman ku darbe ji bo mîtînga wan bê qedexekirin wekî firsendekî hatiye bikaranîn û wiha pêde çû: "Dewlet nikare bi hinceta ewlehiyê mafê me yê civîn û çalakiyan qedexe bike. Dibejerî wê peywira dewletê ewlehiya civîn û çalakiyên me girtine. Di demên dawî de AKP bi hinceta ewlehiyê hemû çalakiyên me qedexe dike. Çi dibe bila bibe em ê li hemberî ji karderxistina hevalên me bisekinin, ji bo OHAL bê rakirin û KHK paşde bê kişandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tu qedexe nikare li pêşiya têkoşîna me ya mafdar bibe asteng." KESK dê helwesta xwe piştî bi rêvebirên sendîkayan re civîn pêk bînin diyar bikin. (mb)