DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Di referandûmê de peymana dîrokî hat redkirin

 
3 Ekim
08:14 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana aştiyê ya di navbera hikûmetê û FARC'ê de hat îmzekirin, hat redkirin.

Peymana aştiyê ya ku di hefteya bihurî de ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Sasntos û lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ve hat îmzekirin, pêşkêşî referandûmê hat kirin. Li gorî encamên vê referandûmê, ji sedî 50,24 ê hilbijêran peymana aştiyê red kirin.

Encamên referandûmê her du alî xist nava şoqê. Li ser rê û rêbazên ji niha û pê ve werin bikaranîn, hêjî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Serokdewletê Kolombiyayê Santos di daxuyaniya xwe ya beriya referandûmê de dabû xuyakirin ku ji bo qedandina şer planeke wan a B nîne.

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR