Di referandûmê de peymana dîrokî hat redkirin 2016-10-03 08:14:04 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana aştiyê ya di navbera hikûmetê û FARC'ê de hat îmzekirin, hat redkirin. Peymana aştiyê ya ku di hefteya bihurî de ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Sasntos û lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ve hat îmzekirin, pêşkêşî referandûmê hat kirin. Li gorî encamên vê referandûmê, ji sedî 50,24 ê hilbijêran peymana aştiyê red kirin. Encamên referandûmê her du alî xist nava şoqê. Li ser rê û rêbazên ji niha û pê ve werin bikaranîn, hêjî tu daxuyanî nehatiye dayîn. Serokdewletê Kolombiyayê Santos di daxuyaniya xwe ya beriya referandûmê de dabû xuyakirin ku ji bo qedandina şer planeke wan a B nîne. (mb)