DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojeva Hilbijartinê

YE: Em li benda raporên çavdêran e

2 Kasım
13:18 2015

ENQERE (DÎHA) - Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn di daxuyaniya li ser hilbijartina 1'ê mijdarê got ku ew li benda rapora çavdêrên navneteweyî ne.

Parlamentoya Ewropayê (YE) der barê dek û dolabên di hilbijartina 1'ê mijdarê de pêk hatin û encama hilbijartinê de daxuyanî da. Nûnerê Polîtîkaya Ewlehiyê ya Bilind û Karê Derve yê YE'yê Federîca Mogherînî û Komîserê Berpirsê Muzakere û Berfirehbûna YE'yê Johannes Hahn daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hat diyarkirin ku di hilbijartinê de tevlîbûneke mezin pêk hatiye û wiha hat gotin: "Di hilbijartinên Tirkiyeyê de hejmareke zêde tevlîbûn çêbû û ev jî girêdana gelên Tirkiyeyê bi pêvajoya demokratîkbûnê re nîşan dide."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wekî YE'yê ew li benda raporên çavdêrên navneteweyî yên ku hilbijartin şopandine ne.

(wk)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR