YE: Em li benda raporên çavdêran e 2015-11-02 13:18:12 ENQERE (DÎHA) - Komîserê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn di daxuyaniya li ser hilbijartina 1'ê mijdarê got ku ew li benda rapora çavdêrên navneteweyî ne. Parlamentoya Ewropayê (YE) der barê dek û dolabên di hilbijartina 1'ê mijdarê de pêk hatin û encama hilbijartinê de daxuyanî da. Nûnerê Polîtîkaya Ewlehiyê ya Bilind û Karê Derve yê YE'yê Federîca Mogherînî û Komîserê Berpirsê Muzakere û Berfirehbûna YE'yê Johannes Hahn daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Hat diyarkirin ku di hilbijartinê de tevlîbûneke mezin pêk hatiye û wiha hat gotin: "Di hilbijartinên Tirkiyeyê de hejmareke zêde tevlîbûn çêbû û ev jî girêdana gelên Tirkiyeyê bi pêvajoya demokratîkbûnê re nîşan dide." Di daxuyaniyê de hat gotin ku wekî YE'yê ew li benda raporên çavdêrên navneteweyî yên ku hilbijartin şopandine ne. (wk)