DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Binpêkirina mafan li Girtîgeha Êlihê zêde dibin

 
30 Ekim
10:43 2016

ÊLIH (DÎHA) - Li Girtîgeha Tipa M a Êlihê piştî darbeya 15'ê sibatê û şûnde girtîgeh duqat tije bûn. Prz. Îlyas Tarim, diyar kir ku li girtîgeha ku kapasiteya wê 300 girtî bin niha 661 girtî dimînin. Tarim, anî ziman ku hemû rojnameyên muxalîf hatine qedexekirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê Prz. Îlyas Tarim, diyar kir ku wekî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye li girtîgeha Tîpa M a Êlihê jî hêjmara girtiyan duqat zêde bûye û rojnameyan nadin girtiyan. Tarim, anî ziman ku da zanîn ku girtiyê nexweş Ahmet Kose bi mehan li benda dermankirina endoskopî hat rawastandin û wiha got: "Dema Kose birin nexweşxaneyê jî rastî gefa çawîşê pispor a "Bi kurdî neaxive. Dîsa girtiyê nexweş Osman Kizmaz (70) bi hinceta silogan berz kiriye 6 mehan ji mafê hevdîtinê hat dûrxistin. Dîsa di odeya 14 kesan de 28 kes dimînin. Bi ser odeyan de digirin û pirtûkan kom dikin. Tarim, bilêv kir li Girtîgeha Êlihê kapasîte cihê 300 girtiyan e, lê niha 661 girtî dimînin. Pirtûk û rojnameyan desteser dikin. Li girtîgehan gotinên Kurd û Kurdistanê tune ye.

Tarim, destnîşan kir ku li girtîgehan gotinên 'Kurt û Kurdistanê qedexe ne û wiha got: "Hemû pirtûk û rojname kom kirin. Mafê girtiyan ê hevdîtina bi 3 kesan re asteng dikin. Sicîla wan dixwazin. Girtî Tahir Ekincî ji bo dotmama wi Saliha Ekincî bê hevditina wî navê wê li lîsteyê nivîsand. Le bi hinceta Saliha Ekincî endama Meclîsa Şaredariyê ya Êlihê ye rêveberiya girtîgehê destûr neda ku hevdîtin bikin. Televizyon, rojname pirtûk tên asteng kirin. Rojnameya Cumhuriyet Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nadin rojnameyan. Azadiya Welat jî rojek şûnde didin girtiyan.m

(mae)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR