DİHA - Dicle Haber Ajansı

Aborî

Hinarê Hîcazê li ser daran ma!

 
30 Ekim
09:34 2016

GOKHAN ONER

DENÎZLÎ (DÎHA)
- Li bajaroka Irganliyê cotkarên ku par kîloya hinarê Hîcazê 1,2 TL'î difirotin ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê îsal kîloya hinarê nikarin bi 60 quruşî jî bifiroşin. Bi hezaran ton hinar an li ser daran dimîne an jî dibe êma sewalan.

Li Denîzliyê 30 hezar ton hinarê ku li qada 23 hezar dekarî tê çandin ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê nayê firotin û li ser daran dimîne. Par ji 30 hezar ton hinar ji sedî 40 îxracî Rûsyayê hat kirin lê îsal ji ber krîza bi Rûsyayê re, sekinandina îtlahat u îxracatê kir ku berhem dereng bên komkirin. Par li bajaroka Irliganli ya Pamukkaleyê cotkaran hilberînên xwe bi 1.2 TL'î difirotin lê îsal hinarê Hîcazê nikarin bi 60 quruşî jî bifiroşin. Kargehên ava fekiyan jî 15 quruşî didin hinarê. Hilberîner ji ber ku nerazîbûna xwe nîşan bidin hilberînên xwe wekî êm didin sewalan.

'Em perîşna bûne'

Cotkarê bi navê Emîs Oge diyar kir ku rewşa aborî ya cotkaran perîşan e ji ber qedexeya dewletê ya ji bo derman û zibilê cotkar bêhtir mexdûr bûna. Oge wiha axivî: "Dermanên ku dewlet dixwaze ji zireaktarên alîgir bide kirîn pir buha ye. Ji ber dermanên ku hatiye qedexekirin hinarên li zeviya min ji sedî 40 xira bûn. Di deman demê de par karkerî 45 TL bû lê îsal 52 TL ye. Mazot ji sedî 20 buha bûye. Li gori par her tişt buha ye."

'Em hinaran wekî êm didin sewalan'

Oge anî ziman ku li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê kargehên hinaran zêde nakirin heke mexdûrbûna cotkaran ji holê neyê rakirin Irganli êdî wekî bajarê hinaran neyê bi navkirin. Oge got ku cotkar hinarên xwe kom dikin û didin sewalan. Oge bilêv kir ku heke Tirkiye dev ji polîtîkayên şer bernede dê mexdûrbûna cotkaran zêdetir bibe.

'Min pereyê mazotê dernexist'

Cotkarê bi navê Mehmet Aydin jî anî ziman ku îsal hinarên xwe yên ku li 78 donim ereziyê çandiye bi zirarê firotiye. Aydin got ku îsal tenê ji bo mazotê 12 hezar TL daye dewlet jî tenê ji bo alîkariyê 600 TL dide cotkaran ev jî têra tiştekî nake.

'Pişta cotkaran şikandin'

Serokê Odeya Zîreatê ya Denîzliyê Hamdî Gemîcî jî anî ziman ku cotkar tenê ne di hinaran de, di cehter, sêv, tirî û gelek berhemên din de jî zirarê dike. Gemîcî bilêv kir ku krîza bi Rûsyayê re, hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê pişta cotkaran şikandiye.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR