DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Kêl bi kêl aştiyê dihûnin

30 Ekim
09:25 2016

STENBOL (DÎHA) - Tora Tevna Piştevaniyê ya ji bo bajarên li Kurdistanê hatin xerakirin bi şîara "Kêl bi kêl em aştiyê dihûnin" derketin rê, her ku diçe mezn dibe. Tevna piştevaniyê, berhemên ku bi dest xistine dê di meha mijdarê de li bajarên Kurdistanê belav bike.

Piştî li Kurdistanê hêzên dewletê bi hezaran xanî xerakirin û welatî ji mal û taxên wan derxistin, li bajarên Rojava ên Tirkiye Tora Tevna Piştevaniyê hat avakirin. Tora Tevna Piştevaniyê bi silogana "Em kêl bi kêl aştiyê duhûnin" ketin rê û xebatên xwe yên ji bo piştevaniya zarok, kal, pir û mexdûrên şer mezin kirin. Tora Tevna Piştevaniyê ji bo zarok mezin û welatiyên bûne mexdûrên şer kom ava kirin û ji bo wan lepik, gore, etqî, kum û gelek cil û bergên din dirêsin û dihûnin. Dixwazin bi ruhê piştevaniyê aştiyê bihûninin. Tora Tevna Piştevaniyê xwe gîhand bi sedan kesan û gloka xwe mezin dike. Kampanya xwe roj bi roj mezin dike.

Piştevanî li gelek bajaran belav dibe

Tora Tevna Piştevaniye li dijî nijadperestî, zayendperestî û kevneperestiyê dixwaze bi ruhê aştî û piştevaniyê yekîtiyê xurt bike. Endamên Torê tevna aştiyê fêrî zilamên ku qet tevnê nizanbin jî fêrî wan dike û tora tevnê mezin dike. Bi vi rengî gelek zilamên dildar jî tev li vê torê bûn û bûn perçeyekî piştevaniye. Ji ciwanan heta kalan, ji pîran heta zarokan, ji mamosteyan heta xwendekaran û kedkar heta karmendan gelek dildar di nava tora tevnê de cih digirin û dixwazin piştevaniya aştiyê bikin.

Piştî Tora Tevna Piştevaniyê hati avakirin bi riya medya civakî danasîna wê hat kirin û hem bi riya medya civakî pêla xwe mezn dike û hem jî bi xebatên cuda tora xwe mezin dikin. Tor, piştî bi xebata dildaran kampanya mezin kir, hilberîn û berhemên bi dest dixin dê bi komên hatin avakirin di meha mijdarê de li bajarê Kurdistanê li welatiyên ku hewcehiya wan pê heye belav bike. Berhemên ku hatine komkirin dê di meha mijdarê de ji Stenbolê bişînin Kurdistanê û li bajarên şer lê pêş ketiye belavbikin."

Endama Tora Tevna Piştevaniyê Ercan Zincir û Işıl Ozer û dildarên torê li ser armanca û wateya xebatên xwe axivîn.

'Em dixwazin ji bo aştiyê tişten şênber bikin'

Endamê Torê Ercan Zincir, diyar kir ku di destpêkê de bi komek çend kesan dest bi xebatê kirin û wiha got: "Ji ber OHAL'ê kolan li me hatin qedexekirin. Hatina cem hev jî wekî sûc tê dîtin. Me jî xwest ji bo aştiyê gavek şênber bavêjin. Me xwest hem piştevaniya aştiyê xurt bikin û hem jî zarok, kal û pîrên bûne mexdûrên şer ji sermayê biparêzin. Li ser vê yekê me dest bi çêkirina lepik, gore, bere û hwd kir. Ev kampanya roj bi roj mezin dibe. Me bi çend kesan dest pêkir. Lê her ku diçe mezin dibe. Em dixwazin van berhem û hilberîna xwe li welatiyên bajarê Şîrnex, Nisebîn, Cîzîr, Gever û bajarên din êm mexdûrên şer belav bikin. Em dixwazin her kes li vê xebatê xwedî derkevin û bêtir li axtî û vê tora piştevaniyê xwedî derkevin.

'Me xwest aştiyê kêl bi kêl bihûnin'

Endama Torê Işil Ozer jî ani ziman ku ji ber OHAL hat îlankirin nikarin dengê xwe likolanan bînin ziman û wan xwest bi xebatek bi vî rengî xizmeta aştî û piştevaniyê bikin.

Dildara Torê Mamoste Derya Çelik jî anî ziman ku ev hem karekî watedar e û hem jî karek bi coş û kêfxweşiyê dide wan. Çelîk, anî ziman ku ew ji bo aştiyê û li dijî şer ji bo zorokên mexdûrên şer vî kari dikin û ji ber vê yekê kêfxweş in.

Endezyara Dildar Şukru Akçadag jî anî ziman ku ji ber şerê li Kurdistanê gelek zarok û mirov mexdûr bûne û ji bo piştevanî û alîkariya wan tev li vê kampanyayê dibin.

Dildara bi navê Zeynep Ozer jî anî ziman ku dema ew gore lepir û kum dirêze meraq dike ku dê kijan zarok têxe dest û piyê xwe û bi vê kelecanê tev li kampanyayê dibe. Ozer anî ziman ku ew jî dixwaze tiştên ku zarok li wir hîz dike hîs bike û bi vê hezkirinê tev li xebatan dibe.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR