DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jîngeha Kedê

Di qatlîama Torunlar Centerê de patron tê parastin!

 
30 Ekim
09:24 2016

STENBOL (DÎHA) - Parêzer Yildiz Îmrek rapora pêzan a ku têkîldarî Torunlar Centerê ya ku 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan nirxand bal kişand di navbera rapora yekemîn a dawiyê û got ku feraseta ku dest nade patron û rêveberan heye.

Li Torunlar Center a Mecîdiyekoy a Stenbolê di 6'ê îlona 2014'an de di encama ketina asansorê de de 10 kakeran jiyana xwe ji dest dabû. Têkîldarî "qezayê" rapora ku hat amadekirin de tê gotin ku "qezaya kar a pêşdîtina wî heye" û hatibû gotin ku kes an jî kesên ku bûne sedema qezayê nehatiye tespîtkirin. Doza ku li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê berdewam dike dê di 27'ê kanûnê de bê dîtin. Parêzer yildiz îmrek têkîldarî rapora pêzan a ku gihîştiye dadgehê axivî.

Îmrek biraya neşopandinê ya der barê rêveberên fîrmayê, Wezareta Xebatê û rayedarên TOKÎ'yê yên doza Torunlar Centerê tên darizandin de hate dayîn bi bîr xist û got ku divê der barê rêveberê fîrmaya asansorê de ji ber bûye sedema mirinê doz bihata vekirin. Îmrek anî ziman ku divê ji bo ku pêşiya cînayetên kar bên girtin cezayên hiqûqî bê dayîn.

Îmrek bi bîr xist ku doza yekem a bûyerê di 24'ê kanûna 2014'an de hatiye dîtin û 7'emîn danişîna dozê di çileya 2016'an de bêyî kişfa dosyayê bê kirin ji heyeta pezan re hatiye şandin.

Îmrek wiha axivî: "Pêzan di raporê de dibêjin ku qezaya dikaribû pêşdîtina wî bihati kirin û pêşiya wî bihata girtin. Ev tespîtekî di cih de ye. Lê divê kesên ku ev qusur kirine jî bihatana nirxandin." Îmrek got ku rapor di nava xwe de nakokiyan dihewîne û nirxandina "Nêzîkatiya destnedayîna patron û rêveberan heye" kir.

Ji înşeatan mirin difure

Îmrek anî ziman ku herî zêde li înşeatan cînayetên kar çêdibin û wiha got: "Daxwaza qezenckirina pere, tedbîrên ewlehiyê yêh nehatine girtin, ji bo kar bi lez û bez bên kirin pêkûtiyên tên kirin karker can didin".

Îmrek diyar kir ku li şantiyeya Torunlar Centerê ligel ku xebata bi şevê heye jî rêveberên înşeatê di dozê de xebata bi şev red kirine û şahidên ku axivîne jî gotine gelek qeza çêbûne lê tu tedbîr nehatine girtin lê ligel vê yekê jî pêkûtiyên li ser karkeran berdewam kiriye.

Berpirsyar patron e

Îmrek di dawiyê de wiha got: "Ji ber ku berpirsyarên esasî patron nayên cezakirin ev dike ku cînayetên kar berdewam bikin. Hê jî petron û personelên SGK'ê nehatine darizandin. Ev kemasiyekî mezin e. Personelê ku bi qanûnê peywira wan kontrolkirin e jî divê bên darizandin."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR