DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Ji hundir ber bi derve pireyek: Li Girtîgeyê Ciwan Heye

 
30 Ekim
09:22 2016

STENBOL (DÎHA) - Belgefîlma bi navê "Li Girtîgehê Ciwan Heye" ya binpêkirinên ciwanên ku li girtîgehan dijîn vedibêje armanc dike ku li ser ciwanan bihistiyariyekê ava bike û yên hundir û derve bigihîne hev.

Ji bo ciwanên ku li girtîgehan e ji aliyê Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê ya Cezayê de di çarçoveya xebata "Li Girtîgehê Ciwan Heye" de têkîldarî ciwanên li girtîgehan belgefilmekî 50 deqîqeyê hat amadekirin. Armanca belgefîlmê ew e ku ji bo 50 hezar ciwanên ku temenên wan 12-25 salî ye bihistiyariyekî derxîne holê. Fîlm hefteya borî li Zanîngeha Bogazîçiyê derket pêşberî xwendekaran.

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên vegotin

Belgefîlm b 5 ciwanên roman, kurd û tir ên ji girtêgehê derketine, parêzerên wan, rêxistinên civakî yên sivîl û pisporan ve hevdîtin hat kirin û piştre hat amadekirin. Derhênêrê fîlmê jî Esîn Tepe yê di rojnameyan de nûçegihanî û edîtorî kiriye ye. Mijara belfefîlmê binpêkirinên ku 5 ciwan li girtîgehê rû bi rû mane vedibêje.

Derhêner Esîn Tepe têkîldarî belgefîlmê got ku li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan gelek in, tenê çêkirina nûçeyan bes nedîtiye û xwestiye li pey her çîrokekî bikeve. Tepe anî ziman ku çîrokên mirovan guhdar kiriye û bi vî rengî temasî rastiyan kiriye, nexwestiye binpêkirinan temaşe bike û xwest ku hemû kes mudaxîlî binpêkirinan be.
Tepe, insan hikâyelerini dinleyerek gerçeklikle temas etmek ve çektiği belgeseller ile yaşanan ihlallerin sadece seyircisi kalmak istemediğini ve herkesin ihlallere müdahil olması gerektiğini söyledi.

Tenê gotina 'li girtîgehê ciwan hene' ne bes e

Tepe yê ku pirsa "ma mirov nizanin li girtîgehan ciwan hene" kir û gotina "li girtîgehan ciwan hene" ne bes e û wiha berdewam kir: "Ciwan çima li hundir in, çi dijîn, çi dixwazin? Bi hepskirinê çi tê çareserkirin, dibe sdema çi neyîniyan ji bo vê min ev belgefîlm çêkir.

'Me 2 mehan de kişand'

Tepe destnîşan kir ku bi ekîbekî 10 kesan ve belgefîlm kişandine û wiha berdewam kir: "Li CÎSST'ê gelek kes bi dildarî dixebitin. Me 2 mehan de me ev belgefîlm kişand. Me got ku ciwanên li girtîgehan dikarin rewşa yên li girtîgehan baş vebêjin. Me bi kesên ku ji girtîgehan derketine ve hevdîtin pêk anî. Lê em hinekî kêm man. Me nekarî girtîgehekj i hundir ve bikişînin. Me nekarî bi girtiyekî ciwan ê li girtîgehê ye ve hevdîtinê pêk bînin. Lêgerîna me ya gardiyanan çêbû. Lê bi fikar nêzîk bûn û hevpeyvîn nedan."

'Me ji 5 ciwanan pirs pirsî'

Tepe bilêv kir ku di belgefîlmê de bi kesên ku li girtîgehan xebat meşandine, bi psîkolog, pisporên xizmetên civakî û parêzeran re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Bi pisporan re têkîldarî ciwan û zarokên li girtîgehan agahiyên balkeş parvekirin." Tepe têkîldarî naveroka belgefîlmê jî wiha got: "5 kesên ku tehlîye bûn me di nava rojê de şopand. Li girtigehê çi jiyan kirine, di bin kîjan şertan de hatine girtin me guhdar kir. Me pirsa divê çi bê kirin pirsî, wanj î bersiv dan. Mînak me pirsa heke bixwazî li girtîgehê tişeketî biguherînî tu dê çi biguherînî. Hinekan gotin rengê diwaran. hinekan gotin min ê diwar hilweşanda, navê girtîgehan biguheranda. Be baweriya ji edatelê pirsî. Yek ji wan jî bi edelatê bawer nake."

'Divê girtîgehên zarokan hemû bên girtin'

Tepe anî ziman ku dema tê gotin girtîgeh, girtiyên siyasî û edlî tên hişê mirovan û wiha berdewam kir: "Zarok bûn, mezin bûn... Ev cudatî nayê kirin. Ji ber ku wisa ye wekî mezinan nêzîkî zarokan jî dibin. Di hevdîtinan de nêrîna hevpar girtina girtîgehên zarokan bûn."

'Ji bo tiştekî bikin em li vir in'

Tepe got ku dixwazin di navbera hundir û derve de piriyekî ava bikin û wiha axivî: "Li vî welatî hemû kes di ferqê de ye ku binpêkirinên mafan heye. Divê em tiştekî bikin. Belê ez di ferqê de me lê ji şûna xwe ranabim, divê wisa neyê gotin. Şîdet dawiya dawî hemû kesan dibîne. Em di ferqê de ne, fêm dikin ji bo ku tiştekî bikin li vir in."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR