DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Demîrtaş: Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin

 
30 Ekim
10:19 2016

OMER ÇELİK

AMED (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku geşedanên dawî ji DÎHA’yê re nirxand, ji bo yek ji aktorên “Konsepta Ewlehiyê” Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wiha got: “Tam jî zilamê karên pîs e.” Demîrtaş dest nîşan kir ku, ew dê li dijî polîtîkayên qirêj netirsin û nerevin û ev peyam da: “Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pirsên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bersivand.

* Ev 5 roj e Hevşaredarên Şraedariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di bin çavan de ne. Hûn wek huqûqnasekî îthamên Serdozgeriyê yên têkildarî Anli û Kişanakê çawa dinirxînin?

Dozger hîn tu îddianame filan û bêvan amade nekirine. Lê bi qasî em ji fezleke û girtenameyên lêgerînê yan jî daxuyaniya dozgeriyê dibînin û fêm dikin ku, dosye bi delîlên komplovarî hatiye amadekirin. Heke naveroka wê rast be jî, tu sûcî teşkîl nake.

‘Heke dê serokê şaredariya partiyê, hevserokê wê xwesriyê neparêze îjar dê çi biparêze’

Dibên Gultan Xanim, li Kongreya Civaka Demokratîk daxuyaniyên ku piştevaniya xweseriyê dikin daye. Yahû Gultan Kişanak, hevserokatiya vê partiyê kiriye û di bernameya fermî ya partiyê de xweserî wek modelekê pêşniyara çareseriya fermî ye. Ji ber vê, tiştên dikin mijara tawanbariyê yên wek ‘xweserî parastiye, bi axaftinên xwe rêxistinê pesinandiye’ mirov vana hemûyan dikare di çarçoveya têildarî mafê siyasetê û azadiya ramanê de binirxîne, lê ne sûc in.

Ji bi Birêz Firat jî tê gotin ku, av kişandine şehîdgeheke gerîllayan. Wêneyekî wî yê di vekirina DÎSKÎ’yê de hatiye kişandin jî, wek li wir be montajkirine û bi vî awayî delîleke bêbinî afirandine. Yanî hin dosyeyê, ku çapemeniya hewzê dike heşr û nîzam û bi propaganda û agahiyên qirêj ên wek ‘Veguheriye binkeya PKK’ê, hemû derfetên şaredariyê ji bo çiyê hatine şandin’ re tu eleqe tune ye. Yanî di tawanbariyê de jî ev tune ye. Tawanbarî bi xwe jî pir hêsan e, bêyî delîl, bes bi vegotin û çalakiyên ku sûc teşkîl nakin pêk tê. Di asasê xwe de, binçavkirina wan jî derhuqûqî ye. Zagonên heyî jî binpê dikin. Lê belê, rewşeke wek girtinê pêk bê, dê ev tam komkujiyeke huqûqî be.

Çimkî, tu sedemek ji bo girtinê tune ye. Navnîşana wan diyar e, rewşeke wan î ku ser delîlan bigirin tune ye, cezayê tê xwestin ne zêde ye. Dema hûn vana hemûyan difikirin, divê neyên girtin.

* Lê heke biryara girtinê bê dayîn, gelo dê ev biryara li dijî girtina we û partiyên din zemînekê biafirîne? Hûn çawa difikirin?

Lê binhêrin, ji rêveberên me yî navçeyan dest pê kirin hatin şaredariyên me. Bala we dikêşim, ji wir tên Şaredariya Bajarê Mezin û mebest parlementer in, hêdî hêdî zemîna girtina me çêbikin. Refleksa wan, berteka gel kontrol bikin, bitepisînin û werin. Hedefa wan ev e.

‘Dibe min jî bigirin…’

Çima vê dikin? Çimkî di sala pêş de dibe ku hijlbijartineke zû yan jî refernadûm pêk bê û ditirsin ku HDP planên wan serobino bike. Dixwazin me bi vî awayî bypass bikin an jî bigirin, li dervayî siyasetê bihêlin û hesabê kampanyayên hilbijartinek rihet dikin. Lê belê, dê ev hesabê wan cihê xwe negire. Çimkî dibe Gultan Kişanak û Firat Anli bigirin, dibe ku min jî bigirin, lê dê çi bikin ji gel. Yên vê têkoşînê bi rê ve dibin ne 3-4 kes in. Bi milyonan gel heye û dê li sindoqan jî bersiva wan bide. He roj bê û dema firsendê bi dest bixe, dê li kuçeyan jî bersiva wan bide.

‘Teqez em ê di hilbijartinê de, li sindoqan têk neçin’

* Wek we jî got, Serokwezîr Bînalî Yildirim gotin Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yên ‘dê hilbijartineke zû pêk bê’ derwand. Heke hilbijartin tune be, li gor we rejîma rêveberiyê ya heyî dê ber bi ku ve biçe?

Yanî ji xwe di mercên adil de derfetên hilbijartinekê tune ye, lê em di şertên herî zehmet de ew partîne ku, me hilbijartin bi dest xistiye. Dema biryara hilbijartinê bê dayîn, helbest em ê mercên wê demê binirxînin. Lê hilbijartina ku em têkevinê, teqez em ê bi ser kevin. Li gel hemû hîle û êrîşan jî, em ew tevger û partîne ku, me kampanyayên hilbijartinê yên serkeftî meşandine. Teqez di hilbijartinê de, li sindoqan em ê bi ser nekevin. Lê belê, bi rastî heke di bin navê hilbijartinê de bi hîleyan dîktatorî, faşîzanî li me bê ferzkirin, dê encamên vê pir giran bin.

*Di rejîma OHAL’a heyî de, ji sepandinên antî-demokratîk heta îşkenceyê dîmenek heye. Li dijî vê di hundir de bertekên mirovan hene lê hîn nedane der. Bi ya we sedema vê çî ye?

Gelek faktor hene. Lê binihêrin, li Tirkiyeyê civak bi awayekî zêde xwedî dînamîka muxalefetek ku kuçe bi kar dîanî û her tim kurdan pêşengiya vê kir. Her wiha dîsa kedkar, jin, derdorên çepgir-sosyalîst, elewî kçe û qadan pir bi kar tînin. Lê belê, li Amedê piştî teqîna mîtînga 5’ê hezîranê û heta niha, pêvajoyek din xwe dide der. Pişt re komkujiya Pirsûs û Gara Enqereyê… Mirov êdî difikriin ku bedêla daketina kuçeyan mirine, ku êdî di bin navê DAIŞ’ê de tetikêş, kujeran dişînin mîtîngan.

‘Hêrsa gel tu demê bi qasî niha zêde nebûye’

Bi vê re, li dijî her kesên dertên kuçeyan mudaxileyên tund dikin, wan digirin heta înfaz dikin. Yanî meknîzmayên êrîşê yên tirsê li ser gel çêdikin xistin dewrê. Li ser vê piştî hewldana derbeyê OHAL hat. Yanî êrîş qat biq at zêde bûn. Di nêvengeke wiha de, ji bo hişmendiyeke ku tevgera kuçeyê an jî muxalefet bi temamî hatiye qedandin bidin der, çapemenî jî hemû girtin û li gor xwe, ew dibêjin ya ku me xwestiye me afirand. Lê em di xebatên bi gel re rû bi rû dibînin. Her êvar hevalên me tax bi tax digerin. Li malan, li kargehan civînan li dar dixin. Ya em dibînin ev e; hêrsa gel tu demê bi qasî niha zêde nebûye. Gelê me li dijî derhuqûqî û binpêkirina mafan, ji ber nikarin tiştekî bikin mehcûbin û bi hêrs in. Cizîr û Sûr di serî de. Mirov çi ji destê wan hat kirin, lê êrîşeke wisa giran heye ku, ji dêvla çima gel dernayê derve û bê rexnekirin, divê em siyasetmedar li xwe vegerin û bêjin çima em van êrîşan ranawestînin. Li vir tu sûc û kêmaniyekî gel tune ye. Me dizanibû rawestandina van êrîşan û jiholêrakirina vê tirsê di xebatên rû bi rû de ye û me vê wek kampanyayekê da destpêkirin.

*Em ê pratîka van xebatên ku we dane destpêkirin, di demên pêş de çawa bibînin?

Jixwe di civîna rêxistiniyî ya mezin a li Amedê de, biryarên ku hatin wergirtin bawerim mudaxileya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê leztir kir. Çimkî bêyî kampanya dest pê bike, bi awayekî lez û bez binçavkirin pêk hatin û bi Amedê re operasyon berfirehtir kirin. Em bibiryar in, xebata gel a ku bi sala ye em dikin û bi vê xebatê bi ser dikevin, em ê vê kampanyaya rû bi rû bênavber bidomînin. Û em ê li hemû bajaran vê xebatê bidomînin. Ev xebateke çawa ye; rêxistinên me yî bajar û navçeyan di nav xwe de yekeyan, koman ava dikin. Di her komê de parlementer hene, hevserok, endamên MYK û PM’ê, nûnerên jin û ciwanan hene. Ev kom li kuçe, mal, kargehên ku berê hatine diyarkirin xebatan dimeşînin, belavokan belav dikin. Li dijî OHAL’ê kampanyayan dimeşînin, li dijî zilmê kampanyayê dimeşînin. Her wiha li gel vê, gel agahdar dikin, bi gel re pêvajoyê nîqaş dikin. Yanî rû bi rû, ne bi civînên mezin. Heke bivê dê bi kesekî/ê re jî bi saetan hevalên me nîqaş bikin. Guh didin rexne û pêşniyarên gel û ev xebat her roj tê meşandin. Em bawerin em ê encamê jê bigirin.
Di civîna me yî rêxistinî ya li Amedê de, biryara xwerexneyî ya herî mezin ev demeke dirêj bû ku xebatên rû bir û nehatibûn kirin. Niha me ev xebat li her derî daye destpêkirin û didome.

‘Dibe ku suîqast pêk bên!’

* Dema we ev xebat dan destpêkirin, pêşî Serokomar û pişt re jî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû behsa “Konsepta Ewlehiyê” kirin. Hûn vê wek gefxwarineke nû dibînin?

Ev hemû didin nîşandan ku, dibe ku li dijî siyaseta demokratîk êrîşên dijwar pêk bên. Yanî îro bi çapemeniya hewzê nûçeyên sûîqastê tên kirin, girti, ji peywirgirtinê, mudaxileyên li dijî parlementeran…wisa dixuyê ku dê di serdema nû de vê wek konsepteke nû têxin dewrê. Îhtimale ku, wek salên 90’î vana bi destên tetikêşên, kontrayan û hin derdorên qirêj van karên pîs bidin kirin.

‘Wezîrê Karên Hudnir zilamê karên pîs e!’

Ji xwe ji bo van pîsîtiya bikin, di kabîneyê de hin guhertin pêk anîn. Wezîrê Karên Hundir yê nû jî, tan zilamê karên pîs e. Ji bo van karan pêk bîne, wî anîne ser kar. Lê belê, ez dikarim vê bibêjim; em ne tevgereke ku bitirsin, bi paş ve gav biavêjin û dev ji têkoşîna xwe berdin. Yên nû dê bên û biçin, lê gel tim li vir li ser piya ye. Belê, dikarin xesarê bidin. Dikarin bedêlê bidin dayîn. Lê dê bedêla vê jî bidin…

Dê ev gel, ji vana re tu tiştekî nehêle. Li dijî gefên wan helbet divê gel jî tevdîrên xwe bigirin, em tevdîrên xwe zêde bikin, lê em wisa netirsonek in ku di vê demêd e bi paş ve gav biavêjin.

*A rast konsepta ku behsa wê tê kirin, stûneke wê jî ew xeyalên osmanî yên arasteyî Rojhilata navîn in. Têkildarî vê, hûn operasyonên Mûsil û Reqayê çawa dinirxînin?

‘Heke li Rjavayê Îsraîl bihata avakirin, dê Erdoganî li dijî vê deng dernexistana’

Helbet, divê em baş zanibin tiştên li hundir diqewimin, têkildarî yên derve ne. Bi taybetî jî geşedanên li Kurdistana Rojavayê AKP’ê ditirsîne û li wir li dijî bîrdoziya AKP’ê awa û avakirineke ku xwedî ferasetekeê pêşbîni bi pêş dike û îradeya kurd dibe xwedî statu. AKP vê li dijî xwe wek gef û xetereyekê dibîne û dibêje ‘çi bibe bila bibe ez ê wir birûxînim, bieciqînim.’

Mesela hûn dizanin di cineha AKP’ê de dijminahiya Îsraîlê zêde ye. Heke niha li Rojava Îsraîl bihatana avakirin, dê Erdoganî li dijî vê deng dernexistana. Lê dema îradeya kurd teşeyekê digire, har dibin.

‘Heke derfet hebûna dê Parlementoya Hewlêrê birûxandana û li şûna wê alaya tirk bikişandanan’

Her wiha têkidlarî Başûrê Kurdistanê jî hîsiyata wan ev e. Wisa nenêrin, wek têkiliyê wan û Birêz Barzanî baş dixuyên tê nîşandan. Heke derfet hebûnan dê îro temamiya Başûrê Kurdistanê dagir bikiranan, sererast bikirinan, dê Parlementoya Hewlêrê birûxandanan û li şûna wê alaya tirk bikişandanan. Heş û qailê vana ev e. Îjar bi vê dijminahiya li dijî kurdan, hêvîkirian ji Erdogan, merhameta ji AKP’ê wek berxwe li ebr kêrê ye. Lê belê, tu şensekî serketina vê polîtîkaya har, nîjadperest, netewperest, mezhebî tune ye. Ne li Mûsilê, ne li kerkûkê, ne jî li Rojavayê tu şensê wê tune ye.

‘Erdogan jî wek sedam tê bikaranîn’

Bi pêşengên wisa aqlê xwe windakirine, gelek caran karên xwe kirin. Çi kar kirin, wek tişta anîn serê Seddam, dixwazin bi van şerên herêmî derxin. Seddam ber bi Qûvveytê şandin. Çimkî ancax, karên wisa kesên aqlên xwe winda kirine dikarin bikin.

Niha hin hêzên navnetewî bi Erdogan û AKP’ê wiha dikin. Yanî dibêjin ji xwe aqlê xwe windakiriye, qene em biw an hin karên provakatîf bikin. Mesela hin hêz dibêjin ‘heke em ji Başikayê artêşa tirk têxin Mûsilê em dê çawa nêvengê tevlîhev bikin’ û ev Erdogan ber bi vê teşwîq dikin.

‘Erdogan bi serpûşê li bûyeran dinere’

NIha, heke hewesdar be dê hin hêz wî teşwîq bikin, dikarin dibin re xazê bidinê, lê dê fêdeya vê li Tirkiyeyê nebe. Ber bi şerekî herêmî, şerê cîhanê ve çûyîn, tu fêdeyekî wê li kurdan, tirkan nabe. Lê Erdoganî ne ew siyasetmedar e ku vana bibîne. Tam bi serpûşiyê, bi berçavkeke nîjadperest-netewperest li bûyeran dinihêre. Ji bilî ajandaya xwe, berejewendiyên malbata xwe tiştekî nafikire. Ji bilî vana tu pêşnûmayekî wî tune ye.

* Di demek nêz de hûn çûn Başûrê Kurdistanê we hinek têkilî danîn. Ew niyet û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya têkildarî herêmê ku we diyar kir, li wir jî bi vî awayî tê xwendin?

‘Divê kurd werin gel hev û yekîtiya xwe nîşanî dost û dijminan bidin’

Hema bêje me bi hemû hêzên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn û me di vê xalê de li hev kir; Divê kurd prisgirêkên navxweyî rû bi rû çareser bikin. Û em hîn jî dixwazin encamên van serdanên xwe bibînin. Me ji wan rica kiribû, li dora maseyekê bicivin û bi axaftinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di vê mijarê de hîn geşedaneke şênber xwe nedaye der. Belkî jî operasyona Mûsilê hwd. ket navberê, lê em dîsa bangî wan hêzên wir dikin, ji kerema di demeke kurt de werin gel heb, li dora maseyekê rûnên, wêneyekî bidin der û bila dost û dijmin yekîtîiya we bibînin.

Divê her kes jî wiha bifikire. Divê wisa neyê fêmkirin, ku hemû hêzên li wir hemû ketine bin ximeta Tirkiyeyê. Ya girîng, bêyî qutkirina diyalogê israrkirina yekîtiya kurda ye. Divê partiyên kurdan, medyay kurdan li gel hemû zehmetiyan jî hay ji uslûba xwe hebin. Divê tiştên heqaretî bi kar neyinin, divê kes sînorên rexneyê derbas neke.

Ev hengameya ku li Kerkûk, Mûsil, Rojavayê tê jiyîn; divê li gel vê çapemeniya kurd, siyasetmedarên kurd, pêşengên kurd ji bo yekîtiya neteweî xizmetê bikin û li gor vê siyaseta xwe derxînin pêş…

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR