DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Qeyûm dijminê jina ye

30 Ekim
09:47 2016

WAN (DÎHA) - Qeyûmên tayînî şaredariyên navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêtan û Erdîşê yê Wanê hatin kirin, xebatên jinan rawestandin.

Qeyûmên tayînî şaredariyên navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêtan û Erdîşê yê Wanê hatin kirin, xebatên jinan rawestandin. Li şaredariyên Rêya Armûşê, Artemêtan û Erdîşê Gerînendetiyên Polîtîkayên Jinan ên wek yekeyên xwemal xebatên xwe didan meşandin ji aliyê qeyûman ve hatin rawestandin û her wiha li şaredariya Qelqeliyê jî girtina kar a jinan tabiî "destûra kêfì" ya qeyûm Serdar Karal hat kirin.

'Gerînendetiyên Jinan bi kêrî çi tên?'

Şaredariya Rêya Armûşê ya ku ji 2014'an ve li navçeyê Navenda Jiyanê ya Jinê (Maya), Bazara Keda Jinê vekiribû û di heman demê de ji bo jinan semînerên tenduristiyê li dar dixist, xebatên wê yî Gerînendetiyên Jinan ji aliyê qeyûm Onder Can ve bêyî hincet hatin rawestandin. Can ê ku têkikdarî xebatan bi pirsên wek "Gerînendetiyên Jinan çî ye, bi kêrî çi tên?" bertek nîşan da, ji bo xebatên Gerînendetiyên Jinan rayeya îmzeyê jî da karmendê mêr ê Gerînendetiya Karên Fenî.
Qeyûm Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî da rakirin

Her wiha 2 jinên mîmar yên tayînî Gerînendetiya Karên Fenî hatin kirin jî, ji ber vê îstifa kirin. Hat zanîn ku Can, Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ya ku li odeya hevşaredarên hilbijartî Aygul Bîdav û Veysel Keser daliqandî jî daye rakirin.

Xebatên jinan ên Qelqeliyê rawestiyan

Qeyûm Serdal Karal ê ku odeya Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya ji peywirê hat dûrxistin dagir kir jî, hemû xebatên Yekeya Polîtîkayên Jinan tabiî destûra xwe kir. Karal, deriyê Kreşa Alan Kurdî ya di 2015'an de hatibû vekirin û bi kurdî perwerdehî dida jî qefiland.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a ku li ser asasê demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziyê xebatên xwe dimeşîne jî diyar kir ku, dê jin ji qeyûmî destûrê nexwazin û ji ber vê xebatên xwe rawestandin.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR