DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Îrmez: Ger Katar niha jiyan bike ev mûcîzeyek e

 
30 Ekim
09:40 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ser rewşa Belkiz Katar a ku ji aliyê leşkeran ve bi giranî hatî birîndarkirin got dema ku Katar xwarin dida zarokên xwe gule lê ketiye û jiyankirina wê wek mûcîzeyekê ye.

Li Şirnexê piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 28’ê cotmehê li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran bê serûber derdor gulebaran kiribûn û jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kirin.Katar a ku 5 meh e ducanî ye li Beşa Lezgîn a Fakulteya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîclê tê ragirtin.
Belkiz Katar jî weke hezaran malbatên Şirnexî piştî qedexeya 14’ê adarê ji taxa Yenî a bajêr bi zorî hatiye koçberkirin. Weke hemû gelê Şirnex Belkiz Katar ji bi malbata xwe re li konên berxwedanê yên gundê Avgamasya li ber xwe dida û piştî konên wan hatin rakirin jî cardin dev ji xaka xwe berneda û li heman gundî di konteynerekê de jiyana xwe berdewam dikir. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez derbarê Katar de axivî û got ku buyera Katar jî yek ji binpêkirinên mafan yên di dema desthilatdariya AKP'ê pêk hatiye.

Îrmez diyar kir ku Katar xwediya 3 zarokan e, her wiha dema xwarin ji bo zarokên xwe amade dikir hatiye birîndarkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev 8 mehin li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin û divê pêvajoyê de jî gelek mafên mirovan hatine binpêkirin û tên binpêkirin. Du roj berê jî Katar a ducanî ku dayîka 3 zarokane dema ji zarokên xwe re xwarin amade dikir bi gule bi awayek giran hat birîndarkirin. Ev malbat beriya 4 rojan bi zorî ji konan hatine derxistin û malbat jî ji ber ku cihek lê bi nîştecih bibin tunebû li gundê Avgamasya di konteynirekî de jiyana xwe berdewam dikirin. Lê mixabin beriya 2 rojan Katar bi guleya leşkeran ji persuyên xwe birîndar bû. Bi vê buyerê re me dîsa fêm kir ku nediyare bê ka wê kî, kengê li ku jiyana xwe ji dest bide.Dîsa me dît ku dewlet di polîtîqayên xwe yên kuştinê de bi israre. Jiyankirina Katar niha weke mûcîzeyekê ye."

Piştî 3 rojan wê Katar bê emeliyat kirin

Îrmez bal kişand ser rewşa tendurustiya Balkiz Katar û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Ji ber ku Katar ducanî ye bijîşk nikarin mudaxale bikin û emelyat bikin.Di heman demê de ji ber ku mafê jiyana zarok jî nekev xeteriyê emeliyat nayê kirin.Ji ber mafê jiyanê yê zarok bê parastin niha gule nayê derxistin. Wê Katar sê rojan di beşa lezgîn de bê hiştin û piştre bê emeliyatkirin."

'Dewlet bi hinceta ewlehiyê mafê mirovan yê jiyanê binpê dike'

Îrmez got ku dewlet wê wekî her carê hewilbide ser vê buyerê jî bigire û wiha pêde çû: “Lêkolînerên cihê buyerê jî hatin û lêkolînên xwe kirin, lê li gorî tecrubeyên ku me jiyan kirine em dizanin ku dewlet tu carî sûcê ku pêkaniye dernaxe holê. Ji ber wê em bi fikarin ku wê ev buyer jî weke gelek buyeran din di tarîtiyê de bimîne."

Îrmez herî dawî got ku dewlet bi hinceta ewlehiyê mafê mirovan yê jiyanê binpê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Herkes dizane ku li wê derê mal hene û mirov li wir jiyan dikin. Ji ber vêyekê ber çav e ku ev buyer bi awayek zanebûn hatiye pêkanin. Em hêvîdar in ku ev bûyer were ronîkirin û berpirsên buyerê werin cezakirin."

(kom/no/





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR