DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Li Navenda Çandê ya Semayê ders dest pê kirin

30 Ekim
09:39 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li Navenda Çandê ya Semayê ya ku di bin banê Şaredariya Agiriyê de xebatên xwe dimeşîne, xebatên atolyeyê yên serdema nû dest pê kirin.

Li Navenda Çandê ya Semayê ya ku di bin banê Şaredariya Agiriyê de xebatên xwe dimeşîne, xebatên atolyeyê yên serdema nû dest pê kirin. Navenda Semayê ya ku ev nêzî salekê ye di qada hunerî de bê bedêl xizmetê berpêş dike, dê perwerdehiya şano, govend, ney, wêne, sînema û hwd. bide. Avşîn Evdilbarî ya ku li Navenda Çandê ya Semayê wek mamosteyê zimanê kurdî dixebite got, li gel hemû êrîş û pêkûtiyan jî, li dijî qirkirina çanda kurdî li atolyeyên vekirine çanda kurdî bidin jiyîn.

Çand û huner jî ji êrîşan nesîbê xwe girt

Evdilbarî dest nîşan kir ku, bi taybetî di vê pêvajoya dawî de li dijî çand û hunera kurdî polîtîkayên bişavtinê zêde bûne û wiha got: "Ji bo jiyîna çanda kurdî, têkoşîneke bi salan heye. Di vê pêvajoyê de, li dijî gelên kurd êrîş zêde bûne û li gel vê, çand û hunera kurdî jî nesîbê xwe ji van êrîşan girtiye. Lê belê, ji bo ziman û çanda kurdî neyê jibîrkirin ew ê li ber xwe bidin."

21 pol hatine vekirin

Evdilbarî da zanîn ku, wan îsal dest bi xebatên xwe perwerdehiya serdema çaremîn kiriye û diyar kir ku, ji bo atolyeyên hatine vekirin 350 kesî qeyda xwe çêkiriye û wiha domand: "Di encam serlêdanan de me 21 pol vekirin. Dê li van polan dersên wek sînema, şano, wêne, gîtar, ney, keman, erbane, zimanê kurdî hwd. bên dayîn. Heke daxwaz hebe, di demên pêş de em ê qursên zimanê erebî û îngilîzî jî vebikin."

'Ji bo jîndariya çanda xwe divê bi hestiyarî bê tevgerîn'

Evdilbarî diyar kir ku, ew nêzî salekê ye li Navenda Çandê ya Semayê dest bi xebatan kiriye û anî ziman ku, di nav vê demê de wan hezar û 100 xwendekarî perwerde kiriye û wiha domand: "Xwendekarên me yî pêşketî niha di bin banê me de, dersê didin. Em bi vî awayî bingeha xwe ava dikin. Gelek perwedekarên me ji bo çanda kurdî bidin jiyîn, bi dildarî dixebitin. Ji bo jîndariya çanda xwe divê bi hestiyarî bê tevgerîn. Heke dest bidin hevdu, dê çand û zimanê me neyê bişavtin."

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR