DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Ji kesên ku sivîlên bêkaxez qetil dikin hesab nayê pirsîn!

 
30 Ekim
09:37 2016

AHMET KANBAL

HATAY (DÎHA) – Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku, lêpirsînên têkildarî sivîlên ku dema ji ber şerê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn û hatin qetilkirin, ji sedî 99’ên wan bi biryara devjêberdana şopanê bi encam bûne û dest nîşan kir ku, li sînorên ku bi her awayî piştevaniya çekdarî û lojîstîkî ji bo selefiyan tê berpêşkirin, bi awayekî hêsan sivîlên bêkaxez tên qetilkirin.

Penaberên ji ber ku ji ber şerê Sûriyeyê ji neçarî direvin, li gel pêkûtiyên jiyanê dema sînor derbas dikin jî dibin guleyên leşkerê tirk. Hejmara sivîlên ku dema sînorê Tirkiyeyê derbas kirin û ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin, bi sedan tên îfadekirin. Di 24’ê tebaxê de li sînorê Reyhanliyê dema 3 sivîlan xwest sînor derbas bike, bûbûn hedefa guleyên leşkerên tirk û ev li di dîmenan de xwe dabû der. Her wiha di 27’ê îlonê de jî, 8 jê zarok 15 sivîlên dema xwestin ji sînorê Rojava derbasî Tirkiyeyê bibin jiyana xwe ji dest dabûn. Di serê meha cotmehê de jî, jina bi navê M.H. (32) û keça xwe ya 6 salî Fatmayê dema ji gundê Çeqela yê Şiyeya Efrînê xwestin biçin cem xizmên xwe yî li Tirkiyeyê, bûbûn hedefa guleyên leşkerên tirk. M.H. birîndar bûbû û keça wê yî 6 salî jî jiyana xwe ji dest dabû.

'Nexwe çarenûsa me wisa ye!’

M.H. ya ku li navçeya Kirikhanê ya Hatayê li cem xizmên wê tedawiya wê didome, hat diyarkirin ku lingê wê yî rastê di platînê de ye û dibe ku ev lingê wê seqet bimîne û her wiha keça wê Fatmayê jî li Hatayê hat definkirin. M.H. ya ku piştî keça wê jiyana xwe ji dest da û li nexweşxaneyê tedawiya wê dihat kirin, malbata wê serî li îfadeya dozgeriyê dabû, lê belê malbat anî ziman ku, ew ne gilîdar in. Malbat diyar kir ku, ji bo wan hatiye ragihandin ku heke gilîdar bin dê tiştek neguhere û dê dersînor bibin. Malbat wiha got: “Ka em çi bikin, nexwe çarenûsa me wisa ye.”

'Sivîlên bêkaxez hêsan tên qetilkirin’

Serokê Giştî yê Komeleya Huqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli jî diyar kir ku, ji ber polîtîkayên hikûmetê li sînorê Tirkiyeyê yê başûr valahiye hatiye hiştin û got, Tirkiye komên selefî perwerde û piştevaniya wan dike û her wiha diw arê çek û lojîstîk de jî alîkariya wan dike. Kozagaçli diyar kir ku, bi nîqaşên welatîbûnê rayeke netewperet tê afirandin û dest nîşan kir ku, divê bê zanîn her penaberên tên Tirkiyeyê, sedema hatina wan îktîdara siyasî ye. Kozagaçli diyar kir ku, sivîlên dema sînor derbas dikin û tên qetilkirin bê ewraq û parastin in. Kozagaçli wiha got: “Berê dema li Kurdistanê gund dihatin valakirin, çawa ku mirovên dûrî navendê, mirovên ji torên ragihandinê dûr dijiyan bi rietî hatin qetilkirin, niha bi heman awayî sivîlên bêkaxez ên dixwazin di sînor re derbas bibin jî qetil dikin.”

'Ji sedî 99 bi biryara devjêberdana şopanê bi encam dibin’

Kozagaçli diyar kir ku, ji ber tu kes xwedî li sivîlên dema di sînor re derbas dibin dernakeve ew nikarin giliyê vê jî bikin û wiha got: “Her mirina sivîlekî di dema derbasbûyîna sînor de mijara dozê ye. Bêyî girêdayî giliyê be, ev mijara huqûqa cemawerî û huqûqa navnetewî ye.” Kozagaçli diyar kir ku, lêpirsînên têkildarî sivîlên ku dema ji ber şerê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn û hatin qetilkirin, ji sedî 99’ên wan bi biryara devjêberdana şopanê bi encam dibin û got, ji ber şert û emrcên jiyana penaberan şopandina van dozan nepêkane. Kozagaçli dest nîşan kir ku, divê ewşa kesên tên qetilkirin û malbata wan, ji aliyê parêzvanên mafên mirovan bên şopandin û da zanîn ku, divê pêşî raporkirin pêk bê û piştî raporan divê doz bên şopandin û di raya giştî de bên aşkerekirin.

(red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR