DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Girtîgeh texrîbatên dijwar li kesayetiya zarokan peyda dikin!

 
30 Ekim
09:35 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Derûnasan balê kişand ser zêdebûna hejmara zarokên ku bi operasyonê qirkirinê li gel dayikên xwe di girtîgehê de dimînin û dest nîşan kirin ku, girtîgeh texrîbatên dijwar li kesayetiya zarokan peyda dikin.

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, ji ber zêdebûna operasyonên qirkirina siyasî hejmara zarokên li gel diya xwe di girtîgehê de dimînin her diçe zêde dibe. Li gor daneyên Gerînendetiya Giştî ya Malên Tewqîf û Cezayê ya Wezareta Dadê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), li Tirkiyeyê herî kêm 2 hezar û 235 zarokên girtî û hikumxwarî hene. Ji zarokên li girtîgehê tenê ji sedî 10'ê wan hikumxwarî ne û yên din bi awayekî girtî tên darizandin. Ji girtiyan hin jê ji zarokên ku li bajarên Kurdistanê li dijî şideta dewletê ji ber mafên xwe yî demokratîk bi kar anîne, tên ragirtin û 504 zarok jî temenê wan di navbera 0-6 saliyê de tevî dayikên xwe tên ragirtin. Zarokên girtî wek birîneke civakî tên dîtin, lê Wezareta Dadê li gel vê mizgîniya 5 girtîgehên din jî da. Derûnasên ku rewşa zarokên di girtîgehan de nirxand dest nîşan kirin ku, pirsgirkên derûnî û fîzîksel ên ku zarok rasti wan tên, dê di rojên pêş de texrîbateke dijwar li wan peyda bike.

'Îstîsmar pirsgirêgeke ku çareserkirina wê zehmet e'

Şêwirmendê Malbatan û Pisporê Derûniyê Haci Çetîn diyar kir ku, ji bo pêşketina zarokan serdemên krîtîk hene û dest nîşan kir ku, di serdemeke ku kesayetiya zarokan rûdinê de, mayîna li girtîgehê dê pirsgirêkên mayînde li wan peyda bike. Çetîn ê ku dest nîşan kir ku girtîgeh ji bo zarokan ne nêvengeke sterîl û hîjyenîk e, anî ziman ku ji bo xwebaweriyeke wan çêbibe, divê li gel malbatên xwe li nêvengeke bigerin û bijîn.

'Zarok bi awayekî tenduristiyane nagihên'

Çetîn balê kişand ser zarokên ku li girtîgehê rastî îstîsmara zayendî tên û diyar kir ku, dê ev texrîbateke dijwar li kesayetiya wan peyda bike û dest nîşan kir ku, divê di vê demê de teqez alîkariya civakî û derûnî bigirin. Çetîn diyar kir ku, şert û mercên girtîgehê ji bo zarokan ne nêvengeke tenduristiyane ye û dest nîşan kir ku ji ber şensekî zarokan ê lîstikê tune ye, ev jî li ber gihandina wan î bi awayekî tenduristiyane asteng e.

'Divê zarok bilivin'

Çetîn diyar kir ku, ji ber zarok li girtîgehan tim di bin tepisîn û fermanê de ne, ev jî bi awayekî neyînî bandorê liberxwedayîn, têgihiştin, ziman, çareserkirina wî ya probleman û hwd. dike û got, heke zarok tim rastî tepisînan bê, nikaribe bilîze û tim rastî hişyarkerên depresîf bê dê bi vî awayî mehkûmî hundirê xwe bibe û veguhere zarokekî/e asosyal. Çetîn dest nîşan kir ku, pêşveçûna civakî malbata zarok û derdora wî ya nêz û dawiyê hemû civakê di xwe de dihebîne û wiha got: "Di vê serdemê de, komên malbatî, pêvajoya dibistanê cihekî girîng digire. Bi taybetî zarokên di navbera 0-6'an de zaf dilivin. Li girtîgehan ji bo lîstika zarokan qadek tune ye yan jî pir kêm e."

'Divê ji bo zarokan alîkariya derûnî û civakî bê kirin'

Çetîn diyar kir ku, zarokên li gel diya xwe dimînin ji mecbûrî xwarina kesên gihaştî dixwin û got, dê ev pirsgirêka xwedîkirinê bi xwe re derxîne holê. Çetîn dest nîşan kir ku, şert û mercên girtîgehê dê têkildarî pêşerojê û jiyanê şik û gumanên cidî li zarok peyda bikin. Çetîn got, di dema girtinê de alîkariya civakî û derûnî şert e.

(red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR