DİHA - Dicle Haber Ajansı

Rojev

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30’Ê COTMEHA 2016

30 Ekim
09:21 2016

* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku geşedanên dawî ji DÎHA’yê re nirxand, ji bo yek ji aktorên “Konsepta Ewlehiyê” Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wiha got: “Tam jî zilamê karên pîs e.” Demîrtaş dest nîşan kir ku, ew dê li dijî polîtîkayên qirêj netirsin û nerevin û ev peyam da: “Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin.”

* Derûnasan balê kişand ser zêdebûna hejmara zarokên ku bi operasyonê qirkirinê li gel dayikên xwe di girtîgehê de dimînin û dest nîşan kirin ku, girtîgeh texrîbatên dijwar li kesayetiya zarokan peyda dikin.

*Qeyûmên tayînî şaredariyên navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Artemêtan û Erdîşê yê Wanê hatin kirin, xebatên jinan rawestandin.

*Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli diyar kir ku, lêpirsînên têkildarî sivîlên ku dema ji ber şerê Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibûn û hatin qetilkirin, ji sedî 99’ên wan bi biryara devjêberdana şopanê bi encam bûne û dest nîşan kir ku, li sînorên ku bi her awayî piştevaniya çekdarî û lojîstîkî ji bo selefiyan tê berpêşkirin, bi awayekî hêsan sivîlên bêkaxez tên qetilkirin.

* Li Navenda Çandê ya Semayê ya ku di bin banê Şaredariya Agiriyê de xebatên xwe dimeşîne, xebatên atolyeyê yên serdema nû dest pê kirin.

* Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li ser rewşa Belkiz Katar a ku ji aliyê leşkeran ve bi giranî hatî birîndarkirin got dema ku Katar xwarin dida zarokên xwe gule lê ketiye û jiyankirina wê wek mûcîzeyekê ye.

* Bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê dê li pêş şaredariya bajarê mezin a Amedê li dijî binçavkirina hevşaredarên bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00) BI DÎMEN E

* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dê li pêş Mizgefta Şîşlî bi girseyî daxuyaniyê bide (11-1400) BI BÎMEN E

* Ji bo Aştiyê Hewldana Jinê (BÎGK) bi şîara "Jin di aştiyê de bi israr in" dê li Odeya Mîmaran a Karakoyê Konferansa xwe li dar bixin. (10.00) BI DÎMEN E









Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR