DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

CRA’yê binçavkirina xebatkarên Azadiya Welat şermezar kir

 
29 Ekim
15:55 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Cemiyeta Rojnamegerên Azad ji bo 3 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat yên li Qoserê bi navê Ayşe Dogrû, Erdal Kaymaz û Ahmet Abdûrrahman yên ku roja berê li Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) ji bo 3 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat yên navçeya Qosera Mêrdînê bi navê Ayşe Dogrû, Erdal Kaymaz û Ahmet Abdûrrahman yên ku roja berê li Mêrdînê hatibûn binçavkirin bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyaniya li avahiya navçeya DBP'a Qoserê hat li darxistin DBP, HDP, MEYA-DER, ÎHD, Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, Berpirsyarê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen û bi dehan welatî tevlî bûn. Welatiyan bi hilgirtina Rojnameyan Azadiya Welat beşdarî daxuyaniyê bûn.

'Belavkarî pireya di navbera rojname û gel de ye'

Berî daxuyaniyê Berpirsyarê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen axaftinek kurt kir û binçavkirina belavkarên xwe bi tundî şermezarkir. Olçen da zanîn ku belavkaran wan bê hincet û ji bo tiştên pûç û valan hatine binçavkirin û wiha got: "Belavkarî pireya di navbera rojname û gel de ye. Ji ber ku tê zanîn ku rejîma AKP û Qesr naxwazin ev agahî bigihêjin gel hevalên me binçavdikin. Naxwazin heqîqet bigihêjin gel. Êrîşên li ser çapemeniya azad ji zûde ye ketiye dewrê. Ev êrîşên wan tu carî çapemeniya azad nikarin bê deng bikin. Emê heta dawiyê bi berxwe bidin."

'Bila hevalên me demildest serbest bên berdan'

Piştî Olçen, Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan mafê axaftinê girt. Boltan destnîşan kir ku kar û barên li hemberî rojnamegeran tên kirin qorsanî ye û wiha axivî: "Hevalên me Ayşe, Ahmet û Erdal divê demildest serbest bên berdan. Ev hevalên me tenê rojnamegeriyê dikin. Ev karê hevalên me dikin karekî pîroz e. Banga me li dewletê heye! Em dibêjin ku rojnamegerên di girtigehan de ne, bila demildest serbest bên berdan û doz û lêpirsinên di derbarên wan de hatine vekirin jî bên ketin."

'Dewleta tirk li cîhanê xwe ricû kiriye'

Boltan bi lêv kir ku Dewleta tirkî bi girtina rojnamegeran li cîhanê, qada navnetewî û nav xweyî de xwe ricû kiriye û berdewam kir: "Ev Dewleta êdî xwe kiriye yên ricûkiriyê. Eger hêzekî ji bo li cîhanê bên recimkirin ew hêzek ku li hemberî rojnamegeran û mafên mirovan binpêdikin tên recimkirin. Îro Dewleta tirkî jî di vê rewşê de ye. Ew bixwe dibêjin em li cîhanê bi tenê manin. Ji bo ku hûn nahêlin rojnamegerên we agahadariyekê bikin û hûn rojnamegerên xwe digirin hûn bi tenê manin û hatinin recimkirin. Ger hûn bihêlin rojnameger karên xwe bikin û bi taybetî belavkar karibin li her deverê karê xwe bikin pişt re hûnê hinekî xwe paqij bikin. Ger hûn ev tiştan nekin her biçe hûnê gemar bibin."

'Li Welatekî çapemenÎ azad be ew welat azad e'

Boltan biryara li Yekîtiya Ewrûpayê ji bo rojnamegerên azad yên li tirkî hatinin girtî serbest bên berdan bi bîrxist û wiha pê de çû. "Di ev biryara de hat xwestin ku hemû rojnamegerên li tirkî demildest bên berdan. Em jî dibêjin ku divê gavek berê gavekê tirkî guh bide ev biryarê û hemû rojnameger serbest bên berdan. Ji bo çi em ewqas li ser çapemeniya azad diaxivin? Li Welatekî çapemenî azad be ew welat azad e û welat e. Ji xwe çapemeniya hevzê diyar e. Weke pesindayîna anjî vakanivîsa dewletê dixebitin. Tu eleqeya wan bi rastiyê tune ye. Tiştên tên qewimandin nanivîsînin. Ji ber ku çapemeniya azad li tirkî û Kurdîstanê xwedî rol û misyona weşanê û çapê ye. Emê her tim paradîgmaya Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersoz bimeşînin û emê li mîrata wan xwedî derbikevin. Emê heta dawiyê jî bêjin çapemenya azad."

(kom/no/red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR