DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Di ziyaretên mal bi mal de banga daxuyaniyê hat kirin

 
29 Ekim
20:41 2016

AMED (DÎHA) - Wekîlên HDP’ê Çaglar Demîrel, Ahmet Yildirim û Mizgîn Irgat mal bi mal û esnaf bi esnaf geriyan û gel vexwendin daxuyaniya giştî ya ku dê sibê pêk bê. Welatî û esnafan got “Em ê bi zar û zêçên xwe xwedî li vîna xwe derkevin.”

Bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê dê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sibê saet di 11.00'an de ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, bi beşdariya hevserokên KCD, DBP û HDP û berdevkên KJA’yê daxuyanî bê dayîn. Bi boneya beşdariya mitîngê Parlementerê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, Parlementera HDP’ê ya Belîsê Mizgîn Irgit, rêveberên HDP û DBP’ê yên Yenîşehîra Amedê çûn Sîteya Sanayî yê ya li Yenîşehîrê û esnaf bi esnaf geriyan û serdan pêk anîn. Di serdanê de Yildirim û Irgat ji aliyê esnafan ve bi eleqedariyek mezin hatin pêşwazîkirin. Wekîlan û heyeta bi wan re li gel esnafan sohbet hat kirin û çay vexwarin.

Yildirim û Irgat bang kirin

Yildirim û Irgat di serdana esnafan de axivîn behsa pêvajoyê li dijî siyaseta kurd kirin û banga xwedî derketina li vîna siyasî ya gelê kurd hat kirin. Yildirim û Irgat diyar kirin ku, ew tenê dikarin bi xwedî derketina gel û berxwedanê ji êrîşan rizgar bibin û got ku roj roja xwedî derketinê ye.

‘Em ê bi zar û zêç tevlî bibin’

Esnafan jî ji ber ziyaretê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku, ew ê bi awayekî hêzdar beşdarî daxuyaniyê bibin. Esnafan ev tişt got: “Em ê bi zar û zêçên xwe xwedî li vîna xwe derbikevin û li ber şaredariya xwe bin. Eger ku ev zilm me bi eciqîne dê zarokên me rojek rabin û hesab ji zilmkaran bipirsin. Em ê ji zilm û bêhiqûqiya AKP’ê re bêjin êdî bes e. Tu hêz nikare vîna gel teslîm bigire. Em ê bi berxwedanê êrîşan têk bibin.”

Demîrel mal bi mal geriya

Li aliyê din Serokwekîla Koma Meclîsê ya HDP’ê Çaglar Demîrel jî li gel rêveberên DBP û HDP berî xwe da taxa Fîskaya ya Yenîşehîrê û mal bi mal geriya û welatî ziyaret kirin. Demîrel di serdana malan de banga xwedî derketina hevşaredaran û siyasetmedarên kurd li welatiyan kir û xwest ku herkes sibê tevlî daxuyaniya wan bibe. Demîrel der barê xebatên rêxistinkirinê yên KCD, KJA, HDP û DBP’ê de jî welatî agahdar kirin û wiha got: “Em mal bi mal digerin û civaka xwe birêxistin dikin. Em pir di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Em dikarin vê pêvajoya krîtîk bi hêz û berxwedana gelê xwe derbas bikin. Pêwîste gelê me li vîna xwe xwedî derbikeve.”

(bo-bg/red)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR