DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li Şirnexê binçavkirina Kişanak û Anli hat şermezarkirin

 
29 Ekim
20:30 2016

ŞIRNEX (DîHA) - Li Şirnexê binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli hat şermezar kirin.

Çalakiyên şaredariyên DBP'ê yên li hemberî êrişên li ser şaredariya Mezin a Amed'ê û binçav kirina hevşaredaran Kişanak û Anli berdewam dikin.Gelê bajarokê Findikê yê girêdayî Şirnexê jî nerazîbun nîşanî qeyuman da û binçavkirina hevşaredarên şaredariya Amedê şermezar kirin. Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeya Basa yê, hevşaredarên Findikê û gelek welatî tevlî daxwiyaniya li pêşberî şaredariya Findikê hati dayîn bûn.Daxwuyanî ji aliyê hevşaredarê Findik'ê Ahmet Ece ve hat xwedin. Ece got ku pêwîste tevahî gelê me xwedî li îradeya xwe derbikevi û axaftina xwe wiha berdewam kir:" pirsgirêk ne şaredarîne, dewlet hewil dide îradeya gel bidest bixe.Pêwîste em jî li hemberî vê yekê berxwedana xwe mezin bikin."

Ece ji bo hevşaredaran banga xwedî lêderkektinê kir û wiha got:" Kişanak û Anli îradeya mene, em jî îro ji bo ku li îradeya xwe xwedî derbikevin li kolananin. Heta ku hevşaredarên me serbest neyên berdan emê berxwe bidin." Daxwuyaniya çapemeniyê bi diruşmên 'êriş nikarin me bi çewîsînin' û tîlîliyan bi dawî bu.

(kom/red)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR