DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan Şaredariya Yenîşehîrê jî xist hedefa xwe

 
29 Ekim
19:22 2016

AMED (DÎHA) - Polîs çûn Miduriyeta Makîna Îkmala Şaredariya Yenîşehîra Amedê û dîmen û wêneyên hemû maşîneyên kar kişand û girtek da îmzakirin.

Bi fermana rayedarên AKP’ê êrîşên li ser şaredariyên DBP’ê didomin. Komek polîs ku ji 15 kesan pêk dihat bi maşîneyên zirxî çûn Midûriyeta Makîna Îkmalê ya Şaredariya Yenîşehîra Amedê ya ku li taxa Elîparê ye û dîmen û wêneyên hemû maşîneyên kar ên şaredariyê kişandin û vê şaredariyê jî xistin hedefa xwe. Polîsan nêzî saetek li vir li ser maşîneyên kar lêgerîn pêk anî.

Piştî polîsan kişandina dîmen û wêneyan xelas kir, bi Alîkarê Hevşaredarên Yenîşehîrê Şefîk Turk girtek dan îmzekirin. Piştî lêgerîna polîsan bi dawî bû ji Midûriyeta Makîna Îkmalê veqetiyan.

(bo-bg/mae)




Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR