DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Dê îfadeya Kişanak û Anli bê girtin

 
29 Ekim
19:14 2016

AMED (DÎHA) - Parêzeran diyar kirin ku dê îfadeya Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di saetên êvarî de îfade bidin.

Parêzerên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ku 4 rojin hatine binçavkirin têkildarî reşwa hevşaredaran daxuyanî dan û diyar kirin ku li bendê ne ku hevşaredarên wan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade bidin. Prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku wî bi Kişanak ve Anli re hevdîtin kiriye û moralê wan bâş bûye. Aktar, da zanîn ku heta niha îfade nedane û dê îşev îfade bidin. Aktar, anî ziman ku ji ber der barê dosyayêde biryara veşartinê heye têkildarî naveroka dosyayêda agahî negirtine.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR