DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Rêveberên DBP'ê banga tevlêbûna çalakiya sibê kirin

 
29 Ekim
18:22 2016

AMED (DÎHA) - Nûnerên DBP'ê yên Amedê ji bo çalakiyê sibê bang li gêlên Amedê kirin û xwestin sibê gel ji bo îradeyên xwe li qadan bin.

Di pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê de dê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sibê saet di 11.00'an ji bo binçavkirinên Gultan Kişanak û Firat Anlî şermezar bikin daxuyanî bê dayîn. Endam, rêveber û wekilên DBP'ê ji bo çalakiyê sibê bang li gel kirin. Rêveberê DBP'a Amedê Şafî Hayman (51) bang li gelê Amedê kir û wiha got: "Bê edalet û bê hiquq hevalên me û Hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anlî binçav kirin. Hemû gelên Amedê sibê seat di 11.00'an de li ber avahiya Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê kom bibin. Em dixwaçzin hemû gelên Amedê li îradeya xwe xwedî derkevin. Hemû gel xwedî li Şaredariyên xwe derkevin. Şaredariyên me bê xwedî nîne. Bila hemû gel bizanibe dewlet tirk zilmê li ser gelên Kurd pêk tîne."

Bang Amedê kir

Rêveberê DBP'a Amedê Burhan Karakoç jî xwest gelê Amedê li vîna xwe xwedî derkeve û wiha got: "Ez bang li gelê Amedê dikim ku xwedî li şaredarên xwe derkevin. Di kesayeta şaredariyê de dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze kurdan biçewisînin. AKP'ê di sindokan de şaredarî bi dest nexist, lê niha dixwaze bi qeyûmê şaredariyan desteser bike. Em ji gelê xwe dixwazin ku sibê li ber Şaredariya Amedê li vîna xwe xwedî derkevin.

(rd-vd/mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR