DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Parêzeran bi Kişanak re hevdîtin kirin

 
29 Ekim
15:17 2016


AMED (DÎHA)
- Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 5 rojan bi muweka xwe re hevdîtin pêk anî. Parêzeran diyar kirin ku Kişanak silavên xwe ji hemû kesî re şandine.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli 5 roj in di bin çavan de ne. Komek parêzerên ku di nava wan de parêzer Mehmet Emîn Aktar û Cîhan Aydin jî hene di bin çavan de bi Kişanak re hevdîtin kirin. Parêzer çûn Midûryeta Polîsan a Amedê ya ku Kişanak û Anli lê tên girtin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku wan bi Kişanak re hevdîtin pêkanîne û rewşa wê başe. Aktar, da zanîn ji bo bi Firat Anli re hevdîtinê pêk bînin dixebitin. Aktar, anî ziman ku sekna wan a li midûryetê didome û wiha got: "Kişanak silavên xwe ji herkesê re şandine."

Aktar, di hesaba xwe ya Twitterê de hevdîtin wiha parve kir: "Wekî parêzerên Gultan Kişanak me piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û maralê wê pir başe."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR