DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Polîsan avaniyên HDP û DBP'ê şewitandin

 
29 Ekim
15:14 2016

ÇEWLÎG (DÎHA) - Li navçeya Dara Hênê avahiyên DBP û HDP'ê ku rêveberên wan di bin çavan de ne ji aliyê polîs û cerdevanan ve hatin qundaxkirin.

Li navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê 5 rêveberên DBP'ê û HDP'ê bi îdiaya ku têkîliya wan bi çalakiya 22'yê cotmehê li dijî saziyên dewletê pêk hat heye hatibûn binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin.

Di saetên ku rêveberên navçeyên di bin çavan de bûn avahiyên DBP û HDP'ê yên li cem hev in ji aliyê polîs û cerdevanan ve hatin şewitandin. Hemû tiştên li hundir komî salonê kirin û li vir hatin şewitandin. Dîsa li buroyê televîzyon, mase û kursî, derî û pencere hatin şewitandin.

'Nikarin me bitirsînin'

Hevserokê DBP'ê yê Dara Hênê Îsmaîl Andan ê 5 rojan di bin çavan de ma û pişter hat berdan li hemberî şewitandina avahiyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir polîs dixwazin bi vî yekê wan bitirsîne û biwewisîne. Andan wiha axivî: "Çiqas zilmê dikin jî bila bikin lê em ê ji wan netirsin û paş ve gav neavêjin. Ev partî bi çi bedelan va hatin ava kirin, çi ked hatin dayîn. Bİ şewitandina avahiyan nikarin me bitirsînin. Em ê tu caran netirsin. Ev zilma Erdogan e bila hemû cihan bibîne".

Andan got ku ew ê têkîldarî bûyerê gilî bikin.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR