DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Derketina dervê welat li Hevseroka HDP'ê Yuksekdag qedexe kirin

 
29 Ekim
15:10 2016

RIHA (DÎHA) - 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de biryara qedexeya derketina derveyê welat da.

5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê der barê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag de biryara qedexeya derketina derveyê welat û kontrola edlî da. Yuksekdag, di mîtînga li dijî DAIŞ'ê û azadiya Kobanê ya li Pirsûsê pêk hatibû de gotibû "Em pişta xwe didin Rojavaja Kobanê. Dîsa em pişta xwe didin YPG, YPJ'ê û PYD ya li dijî hêzên tarî şer dike. Em di vê gotinê de qet fikaran nakin" Li ser vê gotinê dozgerê Komarê yê Rihayê der barê Yuksekdag de doz vekiribû. Doza Yuksekdag li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hatibû dîtin. Di rûniştina 5'ê Cotmehê de der barê Yuksekdag de biryara bi zorê bînin rûniştinê hatibû dayîn. Doz taloqî 16'ê Mijdarê kiribû. Heyetê piştî rûniştinê der barê Yuksekdag de biryara qedexeya derketna dervê welat û kontrola edli da.


(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR