DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Dayikên Şemiyê: Komara tijî xwîn e li Galatasarayê bixwînin

 
29 Ekim
14:30 2016

STENBOL (DÎHA) - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 605'emîn de xwîşka Huseyîn Toraman, Sakîne Toraman axivî bal kişand li ser îlankirina Komara Tirkiyeyê ya di 29'ê Cotmehê de û wiha got: "Li Dayikên Şemiyê binêrin, dîrok ji vir derbas dibe. Bi dehan kes hatin qetilkirin. Dîroka tijîn xwîn e li Qada Galatasarayê bixwînin."

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin cara 605'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya heftena li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hat vekirin û qurnefîlên sor danîn li ser pankartê û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de Huseyîn Toraman ê ku 27'ê cotmeha 1991'an de hate binçavkirin û windakirin hat pirsîn.

Di çalakiyê de ewil birayê Ridvan Karakoç, Hasan kakaroç axivî û anî ziman ku 21 sal in li Qada Galatasarayê ne û têkoşîna xwe didomînin, îro têkoşîna ku wan daye destpêkirin ji aliyê neviyên wan ve tê berdewamkirin.

'Em ê bibin dengê heqîqetê'

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî bi gotina "xwezî ev keviran şahîdî li tiştên qewimîn bikirana" dest bi axaftina xwe kir û gotinên Midûrê Giştî yê Emniyekê yê berê Mehmet Agar ên ku li Komîsyona Darbeyê ya Meclîsê kiribû bi bir xist. Kaya diyar kir ku Agar bi devê xwe kirinên xwe îtiraf kiriye û wiha got: "Em dayik dê bibin dengê heqîqetê."

'Heta komar bi dayikan re li hev neyê dê demokrasî nebe'

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî bal kişand li ser cejna komarê û wiha got: "Heta ku komar bi dayikên ku li vî qadê ne ve li hev neyê dê demokrasî nebe."

Dayika Huseyîn Toraman, Hatîce Toraman a ku ji ber nexweş bû nakarî bê çalakiyê name şand di nameya xwe de got ku kurê wê ji aliyê şebekea cînayetê ya dewletê ve hatiye revandin û qatilkirin. Toraman wiha axivî: "Yezîd bi devê xwe ve îtiraf dike ku zarokên me kêr jî hilnedane destên xwe. Ma edelate vî dewletê tuneye." Toraman di nameya xwe de got ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li kurê xwe bigere.

'Dîrokê ji vir bixwînin'

Xwîşka Huseyîn Toraman, Sakîne Toraman jî diyar kir ku dema ku birayê wê hatiye revandin 24 salî bûye û li ser windakirina birayê wê 25 sal derbas bûye û wiha berdewam kir: "Ev mirovên xweşik ji aliyê Agar ve hatin qetilkirin. Dema ku Ew Midûrê Giştî yê Emniyetê bû Hasan Ocak hat windakirin. Ji vî şenbertir çi he.e. Ez kîjanî bihejmêrim. Ma Fehmî Tosun bêjin an birayê xwe bibêjim." Toraman got ku ew mamoste ye û nikare dîroka komarê ji xwendekarên xwe re vebêje û wiha berdewam kir: "Niha ji vir dibêjin, dîroka komarê. Li Dayikên Şemiyê binêrin, dîrok ji vir derbas dibe. Di 1921'an de Mustafa Suphî û hevalên wî hatin qetilkirin. Di 1937'an de li Dersimê Seyît Riza û hevalên wî hatin darvekirin û gorên wan jî tuneye. Di 1948'an de Sebahattîn Alî hat qetilkirin. Di 1980'an de Hayrettîn Eren, di 1990'an de Huseyîn Toraman û bi dehan. Bi hejmartinê bi dawî nabe. Dîroka tijî xwîn e ji vir bixwînin, dîroka komarê ya kiryar nediyar, winda, înfazên bêdaraz."

Daxuyaniya vê hefteyê jî ji aliyê Ayşe Panuşê ve hat xwendin. Panuş got ku qesra edelatê ya herî mezin a cihanê li Tirkiyeyê ye yê riyeke hiqûqê ya welatî bikaribin xwe bigihinin tuneye. Panuş da zanîn ku dema ku Mehmet Agar Midûrê Giştî yê Emniyetê bû Huseyîn Toraman hat windakirin û wiha berdewam kir: "Di 27'ê cotmeha 1991'an de li ber mala xwe ji aliyê kesên bi çek, bêtel ên sivîl ve li wesayîta bi plaqaya 34 ATZ 56 hate suwarkirin û hate revandin. Hevserê Huseyîn li ber pencereyê bû şahidê vê bûyerê." Panuş anî ziman ku hevsera Toraman eşqalê kesên ku hevserê wê revandina da polîsan lê tiştek nehat kirin.

'Agar, Toraman li kû ye?'

Panuş destnîşan kir ku malbatê li Emniyeta Stenbolê bi Mehmet Agar re hevdîtin pêk aniye û gotina "Kurê we li emniyetê ye meraq nekin, biçin mala xwe" ji malbatê re bi kar aniye û wiha axivî: "Amîrê qereqolê yê ku mudaxaleyê bûyerê nekir qeydên wî yên deng ên ku dibêje yên Huseyîn revandine polîs in, bavê Toraman Alî Raza Toraman daye Wezîrê Karên Hundir Îsmet Sezgîn ê wê demê. Sezgîn di bin çavan de nîne gotiye." Panuş destnîşan kir ku wê demê ji bo lê lêkonkirin komîsyon hatiye avakirin lê komîsyonê raporekî ku li ser bûyerê bê girtin amade kiriye, piştî ku 20 sal derbas bûye jî bi hinceta demborî bûye li ser dosyayê hatiye girtin. Panuş da zanîn ku piştî îtiraza parêzêrên ÎHD'ê biryara girtina dosyayê hatine rakirin û wiha axivî: "Ji windakirina Toraman Mehmet Agar ê Midûrê Emniyeta Stenbolê bû, Emniyeta Gebzeyê ku Orhan Kaya berpirsyar bû, Hikûmeta 48'emîn a Mesut Yilmaz, hikûmeta 49'emîn a Suleyman Demîrel in." Panuş pirsa "Mehmet Agar, Huseyîn Toraman li kû ye" kir.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR