DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Li dijî êrîşan bihezaran kes daketin qadan

 
29 Ekim
14:15 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata bi hezaran kes bi biryara "berxwedana bênavber" daketin kolanan. Di çalakî û daxuyaniyên li gelek deveran hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku dê li dijî îktîdara AKP'ê bexwedana xwe bidomînin.

Binvçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê ku ev 4 roje didome li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Di çalakî û daxuyaniyên li gelek deveran hatin lidarxistin de peyama li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidin hat dayîn.

EDENE

Kordînasyona Edeneyê ya Kongreya Jinên Azad (KJA), endamên jin ên HDK û HDP'ê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata li Parka Înonuyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên "Îradeya gel nikare bê teslîmgirtin", "Gultan Kişanak îradeya me ye. Îradeya gel nayê teslîmgirtin. Ger zilm hebe berxwedan maf e" "Li dijî neheqiyê, nehiqûqiyê û OHAL'ê berxwedan maf e" hatin vekirin û dirûşmên "Pêkûtî me bêzar nakin" "Em ê bi berxwedanê li ber kevin" hatin berzkirin.

'Em paş ve gav navêjin'

Endama KJA'yê Feyruze Gumuş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku AKP'ê di hemû qadan de êrîşên xwe zêdetir kiriye û wiha berdewam kir: "Divê neyê jibîrkirin ku jin dê dawiya vî îktidarê bînin. Di şexsê Gultan Kişanak de heta ku hemû hevşaredarên hatine girtin bên berdan. qeyûm paşve bên kişandin em ê li qadan bin û paşve gav navêjin."

'Em ê li qadan bin'

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku AKP'ê hem li Tirkiyeyê û hem jî Rojhilata Navîn operasyona têgehê pêk tîne, bi polîtîkaya xwe ya derewê ya "ez li dijî darbekaran têdikoşim" ve wekî ku "pîrtûka darbekariyê çawa tê nivîsandin nîşan dide". Beştaş anî ziman ku ew ê li dijî êrîş û polîtîkaya tirsê ya AKP'ê têkoşîna xwe bidomînin.

Beştaş bilêv kir ku AKP'ê kolan kiriye qada îşkenceyê û li erdê kaşkirina Ayla Akat Ata û bi vî rengî binçavkirina wê ji bo vê mînak e. Beştaş wiha got: "Heke ev keştî bikeve avê em ê hemû bikevin. Lê tekane riya derketinê heye. Ew jî Komara Demokratîk e. Îro 29'ê Cotmehê ye. Jibilî demokratîkirina vî komarê tu alternatîfa me tuneye."

Beştaş destnîşan kir ku AKP'ê ji ber ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hilbijartinê bi dest nexist niha dixwaze bi operasyonên siyasî şaredariyê desteser bike, ligel vî nehiqûqiyê jî AKP nikare bigihîje armanca xwe. Beştaş diyar kir ku êrîşên li dijî şaredariyê hemû li helberî jinan e û jin dê xwedî li îradeya xwe derkevin.

Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û daxuyanî bi dawî bû.

WAN

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên li Wanê ji bo binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar bikin li Kolana Hunerê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Parlamenter Lezgîn Botan, nûnerê MEYADER, TUYAD-DER, KURDÎ-DER, Goç-Der, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, KJA, DBP û HDP'ê amade bûn.

Di xaxuyaniyê de Rêveberê HDP'ê ya bajar Mehmet Cîdan axivî û diyar kir ku xezt û serdegirtinên saziyên kurd bê navber didome û wiha got: "Hêjî me ji hevşaredarên xwe tu agahî ne girtine. Em ê li hemberî polîtîkayên çewisandina kurdna bêdeng nemînin. Em dixwazin hevşaredarên me serbest bê berdan."

Daxuyanî bi dirûşmên "Şaredarî yên gelin û dê wisa bimînin" û "zext me bêzar nakin" bi dawî bû.

ÇEWLÎG

Li Çewlîgê jî çalakiya şermezarkirina hevşaredaran di roja 2'yemîn de bverdewam kir. Gelê Çewlîge dê her roj saet di 11.00'an de bi çalakiyên cuda yên şermezarkirinê binçavkirina şermezar bikin. Bi pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê li ber avahiya rêixstinê daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenter Hişyar Ozsoy, nûnerên HDP û DBP'ê, xwendekarên zanîngehê û welatî tevlî çalakiyê bûn. Esnafên bajar jî dorpêça polîsan a ji ber daxuyaniyê şermezar kirin û derketin ser riyan.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'a Çewlîgê Hişyar Ozsoy axivî û dopêça polîsan şermezar kir. Ozsoy, da zanîn ku di dema darbeyê de gel daket kolanan û bertekên xwe bi rihetî anîn ziman û wiha pêde çû: "Çima dema dor tê me qanûnan dixin dewrê. Heta di şexsê Kişanak û Anli de hemû siyasetmedarên kurd serbest neyên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin."

XARPÊT

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Xarpêtê jî binçavkirina hevşaredarên Amedê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin. hevserokê DBP'a Xarpêtê Mehmet Nafîz Koç, da zanîn ku divê hevşaredarên hatin binçavkirin di demek kurt de bên berdan, vegerin ser karê xwe û ji vê biryara şaş paşde gav bavêjin. Koç, bi lêv kir ku heta hevalên wan bên berdan dê çalakiyên wan bidomin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

DÎLOK

Gelê Dîlokê bi pêşengiya rêxistina DBP'ê de li ber avahiya DBP'ê ya Şahînbeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta "Ji siyaseta demokratîk re azadî" hat vekirin de Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul tevlî bû. Di daxuyaniyê de Hevserokê DBP'a Şahînbeyê Lamî Çîçek, diyar kir ku bi awayekî korsanî dest danîne ser destkeftiyên wan û wiha pêde çû: "Mafê rewa yê gel ê çalakiyan hatine qedexekirin. Em ê li hemberî van bêhiqûqiyan çalakiyên xwe bidomînin."


BALIKESÎR

Li navçeya Edremîta Balikesîrê jî ji bo şermezarkirina hevşaredarên Amedê bi pêşengiya Partiya Demokrasiyê ya Altinolukê ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ku endama PM'ê ya HDP'ê Madiye Gurbuz tevlî bû de cendirmeyan bi hinceta destûra walî tuneye xwestin medaxele bikin. Welatiyên bertek nîşanî cendirmeyan, dirûşmên "zext me bêzar nakin" û "Dê Kurdistan ji fazîşmê re bibe goristan" berzkirin. Cendirme li ber bertekên welatiyan paşde gav avêtin û li ser navê irseyê Hasan Arican daxuyanî xwend.

Arican, da zanîn ku şaredariya Amedê şaredariya gel û wiha axivî: "Nikare ji aliyê çeteyan ve bê desteser kirin. AKP dixwaze vîna milyonan bi tirsê teslîm bigire. Em banga piştevaniyê li hemû gelê xwe dikin. Divê em li dijî faşîzma AKP'ê li berxwe bidin û têbikoşin. Berxwedana li dijî zilmê mafdare û rewaye."

Piştî axaftinê cendirmeyan xwest welatiyan binçav bikin lê hewldana cendirmeyan hat astengkirin û welatî bi dirûşmeyan belav bûn.

(mb/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR