DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Leşkeran bi ser gund de girt 6 kes binçav kirin

29 Ekim
14:00 2016

MÛŞ (DÎHA) - Leşkeran li gundê Kavarê ya Mûşê bi ser malan de girt û 6 kes binçav kirin.

Yekîneya leşkerên Fermandaiya Cendirmeyan a Mûşê li Gundê Kavarê ya Mûşê bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Lokman Akpolat, Ziver Solgun, Ceyhan Aktaş, Şukran Akpolat û Celal Akpolat binçav kirin. 6 kesên hatin binçavkirin nehat zanîn çima hatine binçavkirin. Leşkeran 6 kes binçavkirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê û ji wir jî sewqî Edliyê kirin. Li Edliyê Şukran Akpolat li dozgeriyê serbest hat berdan û Cela Akpolat sewqî dadgehê kirin. 4 kesên din hêj li Fermandariya Cendirmeyan e.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR