DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Katar a leşkeran birîndar kir di beşa lezgîn de ye

 
29 Ekim
13:02 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Duh li Şirnexê piştî çalakiya li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê leşkeran jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar bûbû. Katar a ku 5 meh in ducaniye di beşa lezgînde tê girtin.

Li Şirnexê piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê ya li dijî Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê, leşkerên ku bi awayekî bê ser û ber gule li derdorê reşandin, li gundê Avgamasya jina ducanî Belkiz Katar bi giranî birîndar kirin. Hate hînbûn ku dema Katar li ber deriyê mala xwe rûnîştibû birîndar bûye û piştre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Katar ji vir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin û ji wir jî sewqî Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hat kirin. Katar a ku di 25'ê cotmehê de bi zorê ji konên ku li gundê Avgamasya ava kiribû hat derxistin gundê xwe neterikand û di konteynirê de bicih bûbû. Dema Katar li ber deriyê konteynirê runiştibû , bû hedefa guleyên leşkeran. Malbata Katar derbarê tendirustiya Katar de agahî dan û diyar kir ku dê Katar 3 rojan di beşa lezgîn ya nexweşxaneyê de bimîne û piştre bê emeliyatkirin.

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û rojnemegerên ku xwestin biçin gundê Avgamasya ji aliyê leşkerên Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê ve bi hinceta, "ewlehiyê" hatin astengkirin.

(kom/no/mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR