DİHA - Dicle Haber Ajansı

Cîhan

Di şerê Helebê de 15 sivîlan jiyana xwe jidest dan

29 Ekim
12:51 2016

HELEB (DÎHA) - Şerê Helebê ku çeteyan duh dest pê kiribû bi dijwarî didome. Di encama şer de dîsa 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gori nûçeya ANHA'yê duh komên Koalîsyonê ku bi navê Artêşa EL-Fetih û Odeya Operasyona vekirina Heleb, şerê rakirina dorpêçê li ser taxên rojhilatê Helebê dan dest pê kirin.
Ji duh û heta îro di navbera çeteyên Koalîsyonê û hêzên rêjîmê de şerên dijwar diqewimin. Ji şevê din û heta îro di saetên sibê de li aliyê projeya 1070 malî, Dahiyêt El-Esed, derdora Heleba nû, Komeleya Zehra, navenda lêkolînên zanisî, Familî Hawis, El-Raşidîn, derdora Til Bazo û Ketîbeya Parastina Hewayî û Şêx Seyîd şerê dijwar di navbera çeteyan û rêjîmê de rû dide. Her du aliyên şer jî fûza bi kar tînin. Di encamê de jî ji her du aliyan kuştî û birîndarî çêbûn.

Ji aliyekî din ve jî endamên Ceyeş El-Fetih û Odeya vekirina Heleb taxên Hemedaniyê, El-Forqan, Cemîliyê, El-Mişarqe, El-Ezemiye, Radyo, Martînî û Merdiyan ên di bin serweriya hêzên rêjîmê bê ser û ber topbaran kir. Di encama topbaran çeteyan de 15 sivîlan jiyana xwe ji desd dan. Di van du rojan de derdora 18 leşkerên hêzên rêjîmê hatin kuştin û çeteyên Koalîsyonê li aliyê Minşar El-Miniyan, Kargeha Kerton, Benda El-Sore û Dahiyêt El-Esed ên rojavayê Helebê bi pêş ve ketin. Li gorî hin agahiyan çeteyan navenda fermandariyê li Helebê, Balafirgeha Neyreb a leşkerî û hin herêmên rojhilatê Helebê topbaran kirin û di encamê de hin leşkerên rêjîmê hatin kuştin. Balafirên rêjîmê jî bajaroka Kefir Naye li bejahiya rojavayê Helebê, bajaroka Heyan li bakûrê Helebê û taxa Selahedîn, bombebaran kirin.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR