DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Ketina avahiya şaredariya qedexe ye!

 
29 Ekim
12:41 2016

AMED (DÎHA) - Çalakiyên "Dest nede îradeya min" a ku ji bo berdana Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli didomin, ji ber ku destur nayê dayîn welatî bikevin avahiya şaredariyê, şaredarî nikare xizmetê bide.

Çalakiyên "Dest nede îradeya min" a ji bo berdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan kişanak û Firat Anli yên hatin binçavkirin didomin. Alîkarên Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Necatî Pîrînççîoglu, Rojda Balkaş Akyuz û Serokê Daîreya Xizmetên Piştevaniyê Şiyar Nezan ên ku duh hatibûn binçavkirin di saetên nîvro de hatin berdan.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Kemal Buluş, Serokê Daîreyê Harun Vural, şefê berê yê şaxa Dîcle DÎSKÎ'yê Nejat Akyuz û şefê MAkîne Îkmalê ji roja çarşemê heta niha di bin çavan de ne.

Xebatkarên şaredariyê bi kontrola nasnameyê ve dikevin avahiya şaredariyê, destur nayê dayîn ku welatî bikevin avahiyê. Ji ber vê yekê jî şaredarî nikare gelek xizmetan bide.

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR