DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Demirtaş: Erdogan nekarîbû bi hilbijartinê Amedê bistîne dixwaze bi Qeyûmê bistîne

 
29 Ekim
12:23 2016

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li ber avahiya DBP'ê ya Yenîşehîra Amedê diyar kir ku Erdogan nekarîbû Şaredariya Amedê bi hilbijartinê bistîne, niha dixwaze bi qeyûmê bistîne û wiha got: "Niha di destê Qesrê û AKP'ê de tenê zordarî maye. Kesên dîktator her tiştî bi zorê bi rêve dibin û desteser dikin."

Di pêşengiya DBP, KJA, KCD û HDP'ê de bi hezaran kes li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Yenîşehîra Amedê kom bûn û binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, Hevserokê Gişti yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Serokwekîlên Koma DBP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Baluken, Wekîlên HDP'ê yên herêmê jî amade bûn. Girsesa li ber avahiya DBP'ê kom bûn bê navber siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Gelê Amedê ranezê" berz kirin.

'Îktîdar hemû derfetên dewletê di xizmeta xwe de bikar tîne'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş, bertek nîşanî operasyonên dewletê da û anî ziman ku bi Sûr şaredariya pir zimanî û pir bawerî ye û Îktîdarê li Sûra Amedê dest bi qeyûmê kir. Demîrtaş, bilêv kir ku îktîdara AKP'ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe seferber dike û wiha got: "Me bi 2 şaredariyan dest pê kir û em gihişitin 100 şaredariyan. Ji ber ku me xizmeta gel kir. Me li ruxmê derfetên kêm xizmetên zêde kir. Li navçe û bajarên ku Şaredariyên AKP'ê lê hene binerin û li navçe û bajarên ku şaredariyên DBP'ê heye binerin. Butçeya ku ji wan re radizîne 10 qat qasî şaredariyên DBP'ê ne. Neheqî û nelirêtiyek mezin heye. Banka Bajaran ji sedî 40 pereyên ku xezînê ji Şaredariyan re dişîne, bi hinceta deynê wan ê berê heye desteser dike. Banka Bajaran ji sedî 60 pereyê butçeyê didin şaredariyên me. Ger ku îdîa dikin û dibêjin pereyên şaredariyê jii PKK'ê re diçin bila lêkolîn bikin û îspat bikin. Ji roja me şaredarî bi dest xistine heta niha yek quriş pereyên şaredariyê neçûye ji PKK'ê re. "

'Bi pîneyan û derewan sûc dixin situyê şaredaran'

Demîrtaş, destnîşan kir ku bi pîne û derewan hevşaredaran sûcdar dikin û wiha berdeam kir: "Bila dozger der barê Firat Anli de belgeya ku alîkarî daye PKK'ê dîne holê. Hemû xizmet ji bo gel tê kirin. Ger ku îhlal û nelirêtiyek hebe, wê demê em bi hevre ceza bikin. Ger ku alîkariya bi Fethula Gulan re hatibe kirin sûc be, wê demê ji Qesrê û şaredarên Stenbol û Enqereyê pêk bikin. Şaredariya Stenbolê û Enqereyê hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî Cemaetê kirin. Çima heta niha der barê wan de lêpirsîn nakin. Çima heta niha mufetîn neçûn li wir lêkolîn nekirin. Dema Hevşaredarê me Firat Anli beşdarî merasimek DÎSKÎ dibe wêneyekî çêkirina rê li ser montaj dikin û dijêjin alîkarî daye PKK'ê."


'Dengê hemû medya rastiyê diweşîne hatiye qutkirin

Demîrtaş, bal kişand ser sansur û înternetê jî û wiha berdewam kir: "Bi sedan dozger hatin girtin, li dadgeran îşkence kirin. Welat ketiye çi halî? Em îro van tiştan li vir di axivin, lê medya ku vê daxuyaniyê biweşîne tune ye. Çend roj in înternet tune. Nexweşxane naxebitin. her tişt hatiye rawestandin. Girtiyên nexweş nikarin sûdê bistînin. Dixwazin tirsekî ava bikin. Lê ev dijberî tirsê hêrsa gel zêdetir dike. Raste li Welat darbe pêk hat. Meclîs bombe kirin. Divê ev kes bên darizandin û cezakirin. Em, lê li şûna ew bên darizandin, dozger, rojnameger û esnaf tên cezakirin. Yê Qesrê dibêje kes mexdûr nebûne. Raste li Qesrê kesê mexdûr nebûne. Lê welatî mexdûr bûne. Bi sedan qanal hatin girtin, qanal hatin bêdeng kirin. Destûr nadin rastî bê dîtin. Destar nadin bertek bên nîşandan. Ji her demê bêtir bêedaletî, bêhiqûqî û neheqî zêdetir e. Êdî Tirkiye xistine wî halî ku gelê Tirkiye kirine dijminê hev. Qeyûm tenê perçeyekî vê polîtîka ye. Binerin piştî qeyûmê çi hat guhertin. Kes ji doza xwe venegeriya." Girsê bê navber fxaftina Demîrtaş bi silogana "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin' qut kir


'Em dê mal bi mal bigerin û rastiyê ragihînin'


Demîrtaş, destnîşan kir ku ne tenê kurd hemû gelê Tirk mexdûr dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev kesên mafê wan tê binpêkirin û rastî zilmê tên dê di ber xwe bidin. Em dê mal bi mal bigerin û vê zilmê bêjin. Di salên 90'an de jî dema em dixebitîn wê demê jî telefon, înternet û televîzyon dune bûn. Em dê mal bi mal bigerin. Hem her yek televîzyonek in. Em her yek berpirsiyar in.Endamê meclîsê rêveber, wekîl, li Edene, Îzmir, Agirî, Qeyserî Stenbol, Enqere, li her derê em dê biçim gel. Jiyan li kolanan didome. Gel li cem kê be ew dê liser piyan bimînin. Em dê destê xwe bidin gel û li ser piyan bimînin. Me rojên hîn dijwartir dîtin."

Erdogan nekarîbû bi hilbijartinê bistîne bi zorê desteser dike

Erdogan digot 'Ez Amedê dixwwazim' û wiha got: "Ji ber ku Erdogan bi hilbijartinê bi dest nexist dixwaze bi Qeyûmê desteser bike. Lê gel qeyûm nas nake û kes bi qeyûmêre naxibite. Di destê AKP'ê de tenê zor maye. Berê di destê wan de îkna hebû. Lê êdî îkna jî di destê wan de maye. Dixwazin bi tirsê xwe li ser piyan bihêlin. Kesên dixwazin bi zilmê û tirsê xwe li ser piyan bihêlin ev karê dîktatoran e."

Em dê mal bi mal bigerin û xwe bigînin her kesî. Gelê me li cem me ye. Em dê bi ser bikevin. Em dê bi walîtiyê re hevdîtin bikin û em dê hewl bidin ku ê desteserkirina maşîna rakin û gelê me mexdûr nebe."


(mae)





Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR