DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

'Heta hevşaredarên me neyên berdan em ê meclîsê terk nekin'

 
29 Ekim
12:19 2016

AMED (DÎHA) - Meclîsa Şaredaraiya Bajarê Mezin a Amedê diyar kir ku bi awayekî fîlî dest danîne ser şaredariya wan û wiha got: "Ji îro pêde heta hevşaredarên me neyên berdan û dorpêça polîsan ranebe em ê meclîsê terk nekin û em ê 24 saetan vekirî bihêlîn."

Meclîsa Şaredaraiya Bajarê Mezin a Amedê derbarê binçavkirna Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli de daxuyaniyek da. Endamên meclîsê bi dovîza "dest nede vîna min" tevlî daxuyaniya li Salona Meclîsê ya Şaredariyê bûn.

Endama Meclîsa Şaredariyê Ayşe Serra Bucak Kuçuk li ser navê endamên DBP'ê daxuyanî xwend. Kuçuk, da zanîn ku dewlet ev saleke li dijî şaredariyên DBP'ê zext, ji peywirê girtin, adtengkirina xizmetan û qeyûm tayîn kiri dide meşandin û wiha got: "Ligel ku di lêpirsînên malî û yên din ê ku dewlet ev saleke li şaredariyê dide meşandin tiştek bi dest ne xistiye jî bêhiqûqiya li hemberî şaredariyê didomînin."

Kuçuk, anî ziman ku di welatê ku demokrasî ji holê hatiye rakirin hevlaredarên wan di 25'ê Cotmehê de hatine binçavkirin, li şaredariyê 7 saetan lêgerîn hatiye pêkanîn û wiha pêde çû: "Her wiha dorpêça polîsan jî berdewam dike. Hatina gelê me ya şaredariya hatiye astengkirin û bi awayekî fîlî dest danîne ser şaredariya me. Êrîşa li hemberî şaredariya me darbeya sivîl bi xwe ye. Îktîdar dema zanî ku nikare bi hilbijartinan şaredariyên DBP'ê bidest bixe dixwaze bi darbeyê bidest bixe."

Kuçuk, destnîşan kir ku demek dirêje mufetîşên ku li şaredariyê lêkolîn dan meşandin, dema ji îdîaya "piştgirî dane rêxistinê" ya îktîdarê re tu bingehek ne dîtin bêyî ku hincetekê nîşan bidin ji şaredariyê veqetiyane û wiha axivî: "Di pêvajoyê bêhiqûqî ya berdewam dike de, em wekî Meclîşa Şaredariya Mezin em ê ni gelê xwe re xwedî li şaredariya xwe derkevin û em ê li dijî zîhniyeta faşîst a îktîdarê meclîsê terk nekin. Ji îro û pêde heta hevşaredarên me neyên berdan û dorpêça polîsan ranebe em ê meclîsê terk nekin û 24 saetan vekirî bihêlin. Em ê xwedî li şaredariya xwe derkevin û em ê daxwazên xwe yên demokratîk di asta herî bilind de biqêrîn."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR