DİHA - Dicle Haber Ajansı

Jin

WHRD: Divê Kişanak û Akat bên berdan

 
29 Ekim
11:41 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jinê binçavkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata şermezar kir û xwest bên berdan.

Koalîsyona Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jinê (WHRD) li ser binçavkirina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de gotina "Ji ber binçavkirina Akat û Kişanak, em bi hêrs in" hat bikaranîn û hat bibîrxistin, ku Akat di Îlona 2016'an de tevlî Forûma 13'emîn a Rêxistina Mafên Mirovan a Pêşveçûnê (AWID) bû. Koalîsyonê her wiha ragihand, hem Akat hem jî Kişanak li Parlamenta Tirkiyeyê bi erka parlamenteriyê rabû bûn.

WHRD'ê piştgiriya xwe ya ji bo Kişanak û Akat nîşan da û destnîşan kir, ku krîmînalîzekirina du endamên berê yên parlamentoyê, ku li dijî cihêkarî û şîdeta li jinê têkoşîneke rewa dimeşînin, nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên tirk hat kirin, ku biryara Neteweyên Yekbûyî ya li ser rola girîng a parêzvanên mafên mirovan ên jin, nas bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin, Akat û Kişanak derhal bên berdan û wihahat gotin: "Ji tenduristiya derûnî û fîzîkî ya her du jinên hatine binçavkirin, hikûmeta tirk berpirsyar e."

(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR