DİHA - Dicle Haber Ajansı

Ekolojî

'Santralên termîkê dê hevsengiya avhewayê xera bike'

 
29 Ekim
11:34 2016

ENQERE (DÎHA) - Berpirsiyarê Kampanya Enerjî û Avhnewayê ya Greenpeace Reşit Elçin, diyar kir ku santrala termîkê ya Komurlu tenduristiya derdorê û hevsengiya hewayê xera dike.

Li navçeya Amasra ya Bartinê santralên termikê tê avakirin. Rapora Nirxandina bandora Derdorê (ÇED), Wezareta Bajarvanî û Derdorê destûr da santralê. Berpirsiyarê Kampanya Enerjî û Avhnewayê ya Greenpeace Reşit Elçin, bertek nîşanî destûra Wezaretê û Rapora ÇED'ê da û diyar kir ku santrala termîkê ya Komurlu tenduristiya derdorê û hevsengiya hewayê xera dike.

Elçin, anî ziman ku ev kantrala termîkê raste rast zerarê dide derdorê û xwest parazvanên mafên mirovan bi lezgîn têkevin nava tevgerê û wiha got: "Her santrala komurê di 3 deqîqeyan de bi qasî hawizê olimpikê avê xelas dike. Ev ava derve û ava zikê erdê qirêj dike. Dîsa ava zikê erdê xelas dike. Dibe sedema xerakirina hevsengiya avhewayê. Bi qasî tenduristiya hewa û derdorê xera dike di heman demêde tenduristiya mirovan jî xera dike. Elçîn, da zanîn ku bi tu awayî ev santralên termîkê sûdê nade tenduristiya mirovan û xwest rayedar dest ji vê rêbaza enerjiyê berdin.


(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR