DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Ji girtiyê di greva birçîbûnê de ye banga hestiyariyê

 
29 Ekim
11:28 2016

EDENE (DÎHA) - Girtiyê ji Kobanê Mustafa Muhammed Alî yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ye û ji ber di hucreya yek kesî tê girtin ev 14 rojin di greva birçîbûnê de ye. Alî banga hestiyariyê li raya giştî kei û da zanîn heta daxwazên wî neyên bicih anîn ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Girtiyê ji Kobanê Mustafa Muhammed Alî yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê dimîne ji ber li hucreya yek kesî tê girtin ev 14 rojin di greva birçîbûnê de ye. Alî bi riya parêzer Tugay Bek derbarê xwe de agahî dan û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Bek da zanîn ku gardiyanên di 7'ê Cotmehê hatin kawişê ji Alî re dibêjin "Ji te re kargoyek hatiye" wî ji kawişê derdixin û xistine hucreya yek kesî. Bek, anî ziman ku dema ji rêveberiya girtîgehê sedema vê dipirse jê re dibêjin biryara dadgehê ye û wiha got: "Ne mimkûne ku dadgehê biryarek wiha girtibe. Dema min bi Alî re hevdîtin pêk anî, Alî ji min re got; 'Heta min ji hucreya yek kesî dernexin ezê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim' her wiha odeyên din ên ligel Alî vale ne. Nikare bi kesekê re bikeve têkiliyê. Dema Alî rastî van pêkanînan tê jî rêveberiya girtîgehê ji Alî re dibêje 'ev ji bo ewlehiya te tê kirin'."

Bek, destnîşan kirin ku ew ji ber rewşa Alî bifikarin û wiha axivî: "Bêyî ku hincetek berbiçav hebe pêkanînên li ser girtiyan dijî hiqûqê ye. Bi van pêkanînên xwe di nava girtîgehê de girtîgehek din ava dikin. Em dixwazin Alî vegrînin gel hevalên wî. Lê rêveberiya girtîgehê van daxwazên me berçavan nagirin."

(mb)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR