DİHA - Dicle Haber Ajansı

Nûçe

Ji Leyla Xalîd ji bo Kişanak peyama piştevaniyê

 
29 Ekim
11:23 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Leyla Xalid ku yek ji fermandarên jin ên destpêkê yên Fîlîstînî ye, binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kir û ji bo çalakiyên girseyî bang kir.

Leyla Xalid ku yek ji fermandarên jin ên destpêkê yên Fîlîstînî ye, li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Leyla Xalid wiha ye:

"Girtina jinan a ji ber têkoşîna azadiya gelan, li gelemperiay cîhanê rê li ber hêrseke mezin a hêzê pêşverû vedike.

Ez binçavkirina hevrêya me Gultan û Hevşaredar, şermezar dikim. Bang li hemû jinan dikim ku piştgiriyê bidin azadiya Gultan û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk. Em Fîlîstînî bi êş û zexta li girtiyan tê kirin, bi taybetî ya li girtîgehên Îsraîlê dizanin. Di heman demê de em rewşa girtiyên li girtîgehên Tirk jî hîs dikin.

Zalim dema nikarin têkoşîna azadiyê ya gela bitepisînin, erka xwe ya tund bi kar tînin û aktîvîstan digirin.

Ji bo destekkirina hevreyên li binê çavan û zîndanan, banga çalakiyên girseyî dikim. Divê dengên li dijî siyaseta girtinê werin bilindkirin.

Li ser gelê xwe yê li Fîlîstînê û li derveyî welat, bang li hikûmeta Tirk dikim ku hevrêya me Gultan û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk serbest berde.

Têkoşîna azadiyê ya gelên me dewam dike. Em dikarin bi hev re li dijî zaliman bi ser bikevin. Bijî têkoşîna azadiya gelan.

Ji Gultan û hevrêyên wê re azadî!

Têkoşîn wê neqede.

Bi hevrêtî.."


(sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR