DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Baluken: Em ê împaratoriya tirsê ya Erdogan hilweşînin

 
29 Ekim
10:42 2016

MELTEM OKTAY/DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku hemleya siyasî ya ku hefteya borî KCD, KJA, DBP û HDP'ê aşkera kir, dê împaratoriya tirsê ya ku AKP'ê ava kiriye hilweşîne û pêvajoya ku dawiya wî bîne, dê bi xwe re bîne.

Hefteya borî li Amedê KCD, KJA, DBP û HDP'ê li dijî polîtîkayên şer û êrîşê ya hikûmeta AKP'ê deklerasyonek aşkera kirin û daxuyandin uk dê mudaxaleyî pêvajoyê bikin. Bi hemleya hat destpêkirin ve li dijî pêkanînên nedemokratîk rêxistinbûnê armanc dike. Di çarçoveya hamleyê de piştî ku dest bi xebatan hat kirin dewletê jî êrîşekî nû da destpêkirin. Hevşeraderên BAjarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, şaredarî hat dorpêçkirin û şaredarî hat rewşekî ku nekare bixebite.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken têkîldaî hamleya ku hatiye destpêkirin axivî û armanca hamleyê vegot, der barê xebatên ku dê bikin de agahî da.

Baluken anî ziman ku Tayyîp Erdogan û îktidara AKP'ê dixwaze qada siyaseta demokratîk bi temamê tasfiye bike û vî êrîşên tasfiyekirinê jî derveyê konsepta şer a ku îradeya gelê kurd bê şikandin nabînin.

'Pêwîstî bi hamleya ku polîtîkayên AKP'ê pûç bike hebû'

Baluken wiha axivî: "Bi taybetî Plana Têkbirinê ya ku derket holê di 2014'an de hatiye amedekirin me gotibû ku di dewreyê de ye. Ji bo ku ev plan bê pûçkirin berxwedana gelê kurd a dîrokî derket holê. Yên ku xwestin li çar aliyê Kurdistanê bi Planana Têkbirinê eramê bigirin, polîtîkayên wan têk çû. Rûyên wan ê rast teşhîr bû. Di pêvajoyekî bi vî rengî de ji bo ku îradeya gelê kurd a nîşan dide bê dîtin AKP bêhtir êrîşkar bû ji bo ku polîtîkayên Erdogan û AKP'ê bi temamê bê pûçkirin pêdivî bi hemleyekî wisa hebû." Baluken anî ziman ku di vî çarçoveyê de diçin gel û polîtîkayên Erdogan û hewldanên tasfiyekirina siyaseta demokratîk vedibêjin.

'Civîn dîrokî bû'

Baluken destnîşan kir ku wekî ku di metna aşkera kirin de jî anîn ziman ku wekî saziyên siyaseta demokratît di pêvajoya borî de hin kêmasiyên sazîbûn û rêxistinbûnê jiyan kirin ji ber vê yekê jî ev xebat esas girtin ji bo wan gelek girîng e. Baluken ji ber vê yekê jî civîna ku li Amedê li dar xistin wekî dîrokî bi nav kir.

'Ên ku gotin dê vînê bişikênin nekarîn vînê bişikênin'

Baluken, da zanîn ku ji bo hemû êrîşên li ser civak û aliyên demokratîk vale bên derxistin pêwîstî bi hamleyek rêxistinkirinê heye û wiha got: "Bi vê kapmpanyayê re Erdogan hêtir êrîşkartir bûye, bi êrîşên li dijî hevserok û hevşaredaran êrîşî vîna gel dike. Kesên ku gotin em vîna gel bişikînin biserneketin. Yên gotin em ê PKK'ê tune bikin bi serneketin. Yên gotin em ê siyaseta demokratîk bêndeg bikin ne gihiştin armancên xwe. Hemû riyên ku em van têkçûnên wan ji gelê xwe re ragihînin girtin û bi operassyonan şer didomîne."

Baluken, anî ziman ku di vê serdema ku tehemûlî rojname û televîzyonan nayê kirin, ji bo rastî ne gihijin gel hemû riyan bikartînin û wiha pêde çû: "Ev çend rojin li herêmê înternet hatiye birîn. Ev konsepta şerê taybete. Em gihiştin wê encamê ku divê em xwe bigihînin gel û rastiyan ji gel re bêjin. Ev 2 rojin em li Amedê derî bi derî digerin, nêrînên gel ên derbarê pêvajoyê de digirin. Navenda me ya giştî, saziyên me perspektîfên pêvajoya pêşiya me bi gel re nîqaş dikin. Li vir enerjiyek mezin ava dibe û ji bo ev enerjî xwe di laşek birêxistin kirî de bibîne divê em vegerînin girseya demokratîk."

Baluken, derbarê binçavkirina Hevşaredarên Amedê de jî wiha got: "Ev êrîşek vekirî ya li ser gelê kurde. Erdogan dixwaze vîna gelê kurd bişikîne. Dixwaze hemû destkeftiyên kurdan bi holê rabikin. Dixwze li bajarên kurdan nêrîna dagirkeriyê ava bike. Bi taybet li Sûr, Cizîr, Sîlopî bînin bîra xwe, Erdogan gotibû 'em ê van bajaran ji nûve dagir bikin' en nêrîna dagirke xwe dabû der. Di operasyonên li dijî şaredariyên me de ne hewceye en hinceta hiqûqî bigerin. Ji ber ku tiştek tuneye. Di van hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê nakirin bigihijin armanca xwe."

Baluken, anî ziman ku Gultan Kişanak ji ber endamtiya PKK/KCK, Firat Anli jî ji ber hinceta 'axa di bin destê dewletê derxistiye' tên darizandin û wihad domand: "Erdogan li rojhilata navîn piştgiriyê dide rêxistinên terorê. Kesên ku daxwazên wan ji El Nusra hebin yekser naçin gel rêveberên EL Nusrayê. Bi Erdogan re dikevin têkiliyê. Serokên li cîhanê ji bo bi çeteyan re bikevin nava têkiliyan Tirkiyeyê dixin dewrê. Kesekî ku di ve pozîsyonê de be nikare rabû û siysaetmedarên vîna gelin sûcdar bike."

Baluken, destnîşan kir ku AKP zehmetiyek mezin dijî, îktîdar bi tirsa ku niha avakiriye xwe li ser piyan digire û wiha axivî: "Her roja ku diçe nakokiyên hene mezin dibe. Em bang li gel û hemû aliyan dikin, bila gelê me ji têkoşîn û hêza wê bawer bikin. Em ê bi hevre împaratoriya tirsê ya Erdogan hilweşînin."

(mb/sa)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR