DİHA - Dicle Haber Ajansı

Polîtîka

Ozsoy: Têkçûna Erdogan a li Rojhilata Navîn ê polîtîkaya wî yê der ve têk bibe

 
29 Ekim
09:13 2016

ÇEWLIG (DÎHA) - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji ber polîtîkayên Erdogan ên zextan, polîtîkaya wî ya derve û hundir zirar dibîne û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li derve ji aliyê Erdogan ve hatine qedandin. Polîtîkayên Erdogan ên li Rojhilata Navîn dê polîtîkayên li derve binbixîne."

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy derbarê li qada navneteweyî de bitenê hiştina Tirkiyeyê, pêvajoya pêşiya me û siyaseta li ser Rojhilata Navîn tê meşandin de nirxandin kirin. Ozsoy, diyar kir ku di 4 salên dawî de AKP di têkiliyên xwe yên bakur û Rojhilata Navîn de krîzan jiyan dike û bal kişand ser serdema ku AKP hat îktîdarê.

Ozsoy, da zanîn ku di dema destpêkirina Bihara Ereband de li kolanên Rojhilata Navîn Tirkiye bi hêz bû û wiha got: "Lê Erdogan di wê demê de bi taybet ji ber polîtîkayên xwe yên şaş ên li Sûriyeyê hemû politîkayên Tirkiyeyê yên derve qedandin. Xirakirina pêvajoya çareseriyê, şerê îktîdarê yê vi cemaetê re, binpêkirinên mafan, tewrê li dijî Kobanê, pêkanînên li Geziyê û dayîna piştgiriyê ji bo DAIŞ'ê vana hemûyan bamdorek mezin li ser polîtîkayên derve kirin û Erdogan xistin zorê. Tirkiye ji ber têkiliyên xwe yên bi rêxistinên li Sûriyeyê û piştgiriya çekan dide wan bi aliyê bakur re krîzan jiyan dike."

Ozsoy di berdewama nirxandinên xwe de wiha got: "Em dikarin bi hêsanîe bêjin, Sempatiya DYA û Ewropa ya li hemberî Erdogan di bin sifirê de ye. Lê hêj destê xwe ji Tirkiye nekişandine. Tirkiye û Erdogan cuda digirin dest. Erdogan bi xwe re polîtîkayên Tirkiye yên derve jî qedandin. Tirkiye di milê Ewropa de ji bo penaberan girîng e. Tirkiye bi şantaja penaberan rexneyên derve û Ewropa pûç dike. Lê di çend mehên dawî de li gel ku Tirkiye penaber qebûl kirine jî rexneyên li ser Erdogan zêde dibin. Dê di demên pêş de rexneyên li dijî Erdogan bêtir zêde bibe. Li ser Tirkiye gelek zextên aborî jî hene. Dibe Konseya Ewropa jî zextên siyasî pêş bixe. "

Erdogan pêşeroja Tirkiye di 90 km de hepis kiriye

Ozsoy, bilêv kir ku Tirkiye ji bo ji vê krîzê derkeve divê berî her tiştî bi kurdan re li hev bê û mafê kurdan nas bike. Ger Tirkiye aştiya nava xwe pêş bixe dê li Herêma Rojhilata navîn bibe hêz.
Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nûve xêz dibe Terdogan Tirkiye di nava sînorê 90 kîlometre de bi sînor bûye. Erdogan ji ber mudaxaleyî Rojava dike têkiliyên xwe yên bi Sûriye re xera kir.

Dixwaze bi riya leşkerî serkeftinê bi dest bixe

Ozsoy, anî ziman ku Tirkiye bêtir dixwaze bi rêbazên tundî û leşkerî bibe hêz û wiha lê zêde kir: "Rewşa Tirkiye yali Başika rezalet e. Dixwaze bi rêbazên leşkerî li Rojhilata û li Mûsilê bibe xwedî gotin. Li Babê bi komên ku kes nizane kî ne li dijî kurdan şer dikin. Bêtir êrîşî kurdan dikin. Li Bab û Başika rageşiyê bêtir zêde dike. Erdogan hem li hundir û hem jî li derve bi polîtîkayên şantaj û pêlan dixwaze hemûna xwe berdewam bike. Ev ne pêkan e. Polîtîkayên Erdogan bingeftina Tirkiye ya li Rojhilata Navîn pêş dixe. Tirkiye hem li hundir û hem li derve pir tengav bûye.

Kurtên tên înkarkirin dîsa li Rojhilata Navîn geş dibin

Ozsoy, destnîşan kir ku Erdogan hemû siyaseta xwe li ser dijminantiya Kurdan pêş dixe û wiha gotinên xwe bi dawî kir. "Tirkiye tiştek ji bîr kiriye. Êdî hemû Cîhan kurdan nas dike û qebûl dike. Tirkiye êdî nikare li ser siyaseta kurdan encam bi dest bixe. Êdî ji her derê kurd derdikevin. Ji ber ku dewletan kurd di bin pergala xwe ya siyasî de veşartibûn. Niha ku tev bidin kurd derdikein. Gelê ku heta niha hatibûn cewisandin û eciqandin êdî li Rojhilata navîn bûne xwedî nasname. Ji ber vê yekê tişta ku Tirkiye bike divê berî her tiştî bi kurdan re lihev bê û aştiyê pêş bixe.
Di demasên me yên li Ewropa de dema Tirkiye tê gotin Erdogan tê hişê wan. Tirkiye bûye wekî malê Erdogan yê tapoyî. Li dijî Erdogan bertek û nerazîbûn gelek zêde ne. Tirkiye wekî dewletek ku piştgiriyê dide DAIŞ'e tê zanîn. Navbera tu welatan û Tirkiye ne baş e."

(mb/mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR