DİHA - Dicle Haber Ajansı

Çand û Huner

Xweşbêjê kurmanciya reş: Arjen Arî- ANALÎZ

 
29 Ekim
09:12 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED(DÎHA)
- Yek ji pêşengên helbesta modern a kurdî Arjen Arî yê ku di 30’ê cotmeha 2012’an koça xwe yî dawî kir, bi afirandina ziman û nasnameya xwe yî helbestî, piştî Cegerxwîn yek ji wan helbestkarên kurd e ku, cawekî netewî li helbesta kurdî ya modern kiriye.

Helbest ji çeşnên edebî û heta yê hunerî, çeşna herî neteweyî ye. Lewra hêmana herî sereke û girîng a helbestê “hest” e. Û netewebûyîn jî bi hêla xwe yî herî sereke wekî helbestê hîskirin ango hest e. Mirov dikare civatekê weke civateke din bihizrîne, lê hishisîn û hesta weke ya civateke din nepêkan e. Pêkan be jî, ji bo vê dem û dewran, mehandin, jêxwarineke dûr û dirêj divê.

Di vê babetê de, helbesta ku tore û nirxên civatekê ji ya din cihê û îfade dike gelekî muhîm e. Barê vê girîngiyê jî, dikeve ser milê helbestkar. Lewra, helbestkar bi îfadekirina hestên lerzeyî û herî newayî divê li gelê xwe bîr û şiûrê peyda bike an jî wê boçûnê tim av bide, da gur bibe. Lê dema helbestkar vê peywirê bi cih tîne, divê beriya her tiştî li wî zimanê bav û bapîrên xwe miqatebe, biparêze, pak bi kar bîne û dewlemend bike. Helbestkar bi vî awayî suxreya xwenasiniyê dike û dibe suxrekarê pêşvexistina zimanê civata xwe.

Ev suxrekarî di heman katê de, dibe havênê şêweya helbestkar bi xwe jî. Yanî di helbesta neteweyekê de, nasname, ciyawaziya helbestkar. Ji bo mirov nasnameya helbestkarekî binase, bi qenaeta min divê mirov çavdêriya dîmenekî wiha bike: Gelo wî/ê li bîr û boçûna neteweyî çi zêde kiriye? Yan jî çi jê kêm kiriye? Wî/ê potansiyela ziman bi pêş ve xistiye yan na? Heke ev pêk hatibin, lê bi şêwe, awa û îfadekirineke çawa pêk hatine?

Ji can û cendeka helbesta wî kurd û Kurdistan difûre

Li gor vê pênaseya jorîn, dema mirov li helbesta Arjen Arî û nişmîbûna wê dinihêre beriya her tiştî; bi can û cendeka xwe, bi mijar, teşe û têmaya xwe kurd û Kurdistan jê difûre. Helbesta wî li dijî dagirî, bişavtin û talankeriya dagirkeran sîleyeke tundraw e. Di warê paqijkirina bişavtinê de, pêşî ji xwe dest pê dike, dawiyê civak û taliyê berê xwe dide paqijkirinekê. Lew, li gor helbesta wî dagirî segekî har û gurekî birçî yî xedar e. Fenanî xenzîr ji xemaliyê dimête, ta vediguherîne postekî zuha, xwenenas û dera han; ji bîrbiriya mirovbûyînê dixwe, dimehîne. Mirovê jê bê xwarin, har dibe; êrîşkarî li hestûyên wî/ê dicivin û pêşîn xwe radipeliqîne mirovên xwe.

Kîj şa’ir bû nizam lê digot, her şa’ir sûcdarê serdema xwe ye. Wekî her şa’irên bîrbir û xemxurê netewe û civata xwe Arjen Arî jî, li ber çavê dagirkeran sûcdarê serdema xwe ye. Hem jî, sûcdarekî divê li golgotayan bihata çarmixkirin. Divê li sehrayan bihata ricimkirin. Divê li sêpêyan, wek kalikê xwe Sihîd, Rizo, Qadî, li Çarçirayan bihatana dardakirin…

Çimkî;

Di rojên herî hêvîkuj de waquyanûsekî welatê destanhelbestên jibîrbûyî ye, lew ji wargeha şerê mêrxasiyê yê Girgamêş û Enkîdoyî ye, li xarên xwe yî windayî digere. Bi xizmet û hishisîna xwe suxrekareke Kurdistanî ye, lew helbest ji gatayên Zerdeşt nivişt in li ser milê wî yê rastê û; ‘zarokên Zerdeşt, xwe nadin dest’ e.

Çirûskeke ji çakûçê Kawayî û radipeliqe Herekol, lew ew; ‘Herekol e, tim li jor e, serî natewîne li ber riman tu carî, bi ar-adaran rohnî û diparêze bi mertalên Medî.’ Gabar, Sîpan, Şîmal, Agirî, Bêxêr, Hemrîn, Tûjik…lê taliyê Cûdî ye jî û; ‘star e, paxil e, al e, nabe keleh û nakeve destên zaliman.’ Çimkî ew Cûdî ye; ‘ji şervanên azadiyê re pal e.’

Li çar perçeyan 29 wesle ye. Hinekî şûm û hebikekî jî zirz e. Li dabaşa navê yarê awaza Evdal e, lê tim ji Xanî, Mela, Hêmîn, Hejar, Dildar dipirse çimkî ew; ‘sirûd Ey Reqîb e, pênûs Ey Reqîb e.’

Li gel pênc binçavkirinan, li gel gulebarana li sikakên Nisêbînê û birîna çar guleyên wek çar sînoran xedar, natirse. Çimkî ew derwêşê tekyaya helbesteke berxwedêr e, lew awaza wî; ‘zor dişikê terr ditewe, netewiyan gel natewe, di dawiya vî şerî de zindiyek dimîne, ew jî ev netewe, tu simbêlan bade’ ye!..

Li gel 28 têkçûyînan jî, ew hebûna civata kurdî di berxwedêriya 29 raperînan de nexş dike. Li qadên cengan tawîz nade ji şerûdan, lew; ‘mirinê serê xwe diçimand li ber mirina wan’ û hebûnê dispêre wan. Lew, navekî li kurê xwe dike; Rizo, Kalo, Berzencî, Qadî, Simko, Barzanî, Mazlûm, Gabar, Mûnzir û; ‘yek dimire sed tolê hiltînin.’

Bindestî ji bo yî wî mirine. ‘Bê Xweda dikare bike, lê bê ax û al, na!’ Diniquçîne, hişyar dike lew heke; ‘navê te Azad be, tu bi xwe çi ma bindestî, navê birayê te Welat be çima tu bê welatî’ divê barê jiyanê bê hilgirtin, lew; ‘vir Kurdistan e.’ Divê şivan karibe pezê xwe berde geliyan û ‘karibe navê berxa xwe deyne Şengilo.’ Talankeriya aqinciyan bi bîr dixe û ber bi lêpirsînê ve hêl dike; ‘ar girtiye qurm, û li dorê dileyîze, çi kiribû, çi bû gunehê dara berû?’

Helbest e, ji dijminahiya dijmin lava nake, lê ya navxweyî tîr e li kezeba hêmayê. Heta birîna tîrê necebire, dê hez li welatê wê nehasile û xwe nagire; ‘hooo biraaa! vê xwînê qene tu nerijîne, heyra!’ Li gel berxwedêriya xwe, ewqas jî henûn e helbest, şaşiyên dîrokî qebûl dike, qedrê hevrêtî û cînartiyê dizane û doza lêbirdûnê jî dike û xwe nagire; ‘kê da, kê kir ew fermana gewende?..û em kurdên misilman bûn, kirîvantî li nik me nan bû, bide xatirê xizaniyê, kirîvo em nezan bûn!’

Helbest e, li xaka xwe şax vedaye. Azadîxwaz e, bindestiyê qethiyen qebûl nake û xwe ranagire; ‘hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin; berî kuç û kevir di we de werbin, biçin; berî ku dayikên kitanspî tû bikin ser çavên we, û hê ku agir vêneketiye ji êgir: hema niha, vê kêlîkê, ji vir, rahijin teşkên xwe… û biqeşitin, efendîno!’…

Piştî ewqas bobelet û tofanan, taliyê helbestkar ji berxwedêriyê bihêvî ye, lew; ‘bi ya helbestê min kir, û min guh da bilûra şivên, hij min aland li destmaleke bi vên, û ramûsan min rakirin geliyekî…’

Hosteyê peyvê, şairê çiyayî, xweşbêjê kurmanciya reş Arjen Arî; ji keşkola Feqî, bi elîbêtka xwe li dergaha Xanî, bi dilê xwe li heza Cizîrî û bi serkêşiya xwe Cegerxwînî bi afirandina ziman û nasnameya xwe yî helbestî, piştî Cegerxwînî yek ji wan helbestkarên kurd e ku, cawekî netewî li helbesta kurdî ya modern kir.

(mae)



Paylaş

EN ÇOK OKUNANLAR